Şaredariyên Herêma Cizîrê civîna xwe ya salê li dar xist

Şaredariyên Herêma Cizîrê civîna xwe bi encamnameyekê bi dawî kir, ku dê îsal pêk bîne. Jê ya herî girîng rûniştandina pergala hevseroketiyê û rola jinan di şaredariyan de û çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê li Hesekê.

Şaredariyên Herêma Cizîrê civîna xwe ya salê li dar xist
Şaredariyên Herêma Cizîrê civîna xwe ya salê li dar xist
Şaredariyên Herêma Cizîrê civîna xwe ya salê li dar xist
Şaredariyên Herêma Cizîrê civîna xwe ya salê li dar xist
Şaredariyên Herêma Cizîrê civîna xwe ya salê li dar xist
Şaredariyên Herêma Cizîrê civîna xwe ya salê li dar xist
Şaredariyên Herêma Cizîrê civîna xwe ya salê li dar xist
Şaredariyên Herêma Cizîrê civîna xwe ya salê li dar xist
Şaredariyên Herêma Cizîrê civîna xwe ya salê li dar xist
Şaredariyên Herêma Cizîrê civîna xwe ya salê li dar xist
19 ÇILE, 2023   19:57
HESEKÊ

Vê sibê civîna salê ya Şaredariyên Herêma Cizîrê li hola Serdem a bajarê Hesekê li dar ket.

Di civînê de bêhtirî 500 nûner û mêvanên ji saziyên cuda yên herêmê beşdar bûn.

Di serî de dîwanek ku ji 7 kesan pêk tê ji aliyê beşdaran ve hat hilbijartin.

Piştre Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed şehîdên Pêngava Gurza Gelan bi bîr anîn.

Îlham wiha axivî: "Rêveberiya herêmî ji bo avakirina pergala rêveberiyên herêmî ên şaredariyan û parastina binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên baş kirin."

Îlham Ehmed destnîşan kir ku dema gel bi xwe beşdarî biryar û xebatên xizemtguzariyê bibe, wê demê ew rêveberî bi ser dikeve.

Îlham got: “Hevbeşî, lêgerîna li şirîkan e da ku projeyên xizmetguzariyê li herêmê pêk bînin. Ev bi xwe tê wateya qebûlkirina Rêveberiya Xweser e. Ev dîplomasiya ku Rêveberiya Xweser dikare pêk bîne.”

Îlham Ehmed wiha domand: "Di projeyên xwe yên siyasî de em bi opozîsyonê re danûstandinê dikin, di navbera me de jî diyalog û hevdîtin hene û em ê wan bidomînin heta lidarxistina konferansa Hêz û Kesayetên Demokratîk ku bi xwe dengê gelê Sûriyê ye."

Îlham Ehmed wiha li axaftina xwe zêde kir: “Em li gel vegera koçber û penaberan in û em dikarin di vê mijarê de bibin dengê gel.”

Îlham Ehmed diyar kir ku ew bi berpirsên amerîkî re der barê dîtina mekanîzmeyekê de di nava danûstandinan de ne da ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji qanûna Qeyser were efû kirin, ku ev jî tê wateya ku di pêşerojê de guhartinên mezin hene.

Di dawiya axaftina xwe de Îlham Ehmed got: "Em hewl didin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin nimûneyek ku li seranserî xaka Sûriyê pêk were. Ji bo vê yekê jî em dê di hemû konferansên navneteweyî û yên herêmî de li ser vê yekê bixebitin. Em amade ne ji bo parastina herêmê û pêşxistina projeya sûriyeyî ya nenavendî ya demokratîk li hember hemû êrişên derve bisekinin."

Piştre rapora salê ji aliyê Cîgira Desteya Rêveberiya Xwecih a Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer ve hat xwendin.

Piştre sînevîzyonek der barê 388 projeyên şaredariyên herêmê ku di sala borî de pêk anîne hat pêşandan.

Dûre, beşdaran pêşniyar û rexneyên xwe der barê karê şaredariyan de bi armanca pêşxistina xebatên wê parve kirin.

Piştî pêşkêşkirina pêşniyariyan teqezî bi girîngiya danîna bernameyeke stratejîk ji aliyê Meclisa Şaredariya ve û bi hevkariya komîn û saziyên civaka sivîl, hat kirin.

Her wiha lidarxistina komxebata hawrîdorê di vê salê de, pêşxistina rêziknameya bajaran bi rêya girtina gelek tedbîran mîna pêşxistina kooperatîfan, bi taybat ên di qada otobusên veguhastina hundirîn de kar dikin, çanda paqijiyê di nava civakê de belav bikin, li darxistina hemeleyekê bi navnîşan “Ji bo her mirovek darek”, pêşxistina aboriya civakî û wê bikin xebatên pêşîn ên şareseriyan.

Şaredarî rêgeza xwetêrkirinê pêk bîne, karê xwe li ser vê esasê pêş bixe û xwe li gorî rêgezê şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bike.

Ji bo sala bê plansaziyek ji bo birêxistinkirina kar û xebatên şaredariyan li gorî felsefeya neteweya demokratîk. Bendên plansaziyê wiha ne:

1-Rûniştandina pergala hevseroketiyê û rola jinan di şaredariyan de.

2-Sepandina demokrasiyê û têkiliya bi gel re.

3-Rûniştandina aliyê ekeolojiyê di hemû xebatên şaredariyê de.

4-Pêkanîna planeke veberhênan “projeyên veberhênan ên sala 2022’yan”.

5-Çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê li Hesekê.

Di dawiya civînê de şaredariyên navçeya Çilaxa ya Kantona Qamişlo, şaredariya Sinciq Sadûn a navçeya Amûdê û Daîreya Jîngehê ya Hesekê ji ber xebatên wan hatin xelatkirin.

(mh)

ANHA