Nêzîkbûna Tirkiye-Sûriyeyê li şertan aliqî - Rauf KARAKOÇAN

Nêzîkbûna Tirkiye-Sûriyeyê li şertan aliqî - Rauf KARAKOÇAN
20 ÇILE, 2023   01:50

Wezîrên parastinê û şefên îstîxbaratê yên Sûriye û Tirkiyeyê bi navbeynkariya Rûsyayê cara yekem li Moskovê li hev civiyan û hewl dan pêvajoya xwînî ya di navbera her du welatan de bi dawî bikin. Desthilata faşîst a li Tirkiyeyê di polîtîkayên xwe yên êrişkariyê de israr kir û ji bo rêveberiya Şamê berdêlên wê gelekî giran bûn. Rê li ber hilweşandina Sûriyeyê, mirin, birîndarbûn û koçberbûna bi milyonan mirovan vekir. Encam jî ji valahiyeke mezin wêdetir ne tiştek bû. Niha jî dixwazin rêyeke nû li ber siyaseta derve ya xitimî ya Tirkiyeyê vekin. Erdogan dema ji bo ku li maça futbolê temaşe bike çû Qeterê, destê Sîsî girt. Bi delegasyonên Sûriyeyê re li Moskovê li hev rûnişt. Ev hemû jî wek pêşketinên "erênî" pêşkêşî raya giştî kirin ku îşaret bi serdemeke nû dikin.

VEGERA JI POLÎTÎKAYA DERVE DÊ BERDÊLÊN XWE HEBIN

Bê guman dê di polîtîkaya derve ya Tirk de ji bo vegerê berdêlên giran hebin. Tişt nema ji rêveberiyên Erebistana Siûdî, Îsraîl, Misir û Sûriyeyê re neyên gotin, ne pêkan e bi gotina 'di siyasetê de xeyidîn nabe' li bendê bin ku têkilî demildest baş bibin. Erdogan xwe dispêre siyaseteke dûrî exlaq û bêrêgez, lê xuya ye êdî fêm dike rêbaza wî ya her kesî biçûk dixe, êdî naçe serî û lewma jî hewl dide lihevhatinê çêke. Di çirava Sûriyeyê de ji xwe li rêyekê digere lê hewldanên lihevkirina bi rêveberiya Şamê re, li hin şertan aliqî ku divê bi cih bîne. Daxwazên Sûriyeyê 2 mijarên şênber û zelal in; "Tirkiye dê ji herêmên Sûriyeyê yên dagir kirine vekişe û dev ji destekkirina rêxistinên terorê yên îslamî berde" û hevdîtin dê girêdayî van şertan bin. Heke ev şert bi cih werin, dê ji çirava Sûriyeyê destvala derkeve ku bi hêviyeke mezin ketibûyê, lê helbet heke bikare jê derkeve.

Vekişîna Tirkiyeyê ji herêmên ku dagir kirine û vekişandina desteka xwe ji rêxistinên terorîst ên cîhadîst, dê pirsgirêkên nû ji bo Tirkiyeyê çêke. Her wiha dê were wateya îflasa polîtîkayên li ser dijminatiya Kurdan ava kirine. Erdogan li ser dijminahiya Kurdan kete Sûriyeyê û hesab dikir ku li Sûriyeyê bi êrişên dagirkeriyê berbelav bibe û cihên ku ketiyê lê mayînde bibe, lê bele derketina ji Sûriyeyê wek şertekî pêşîn danîn pêşiya wî. Vegera ji polîtîkaya derve û ji nû ve sazkirina têkiliyan, dê pir jî ne hêsan be. Berî her tiştî hewcedarî Kurdan e. Ji bo dijminahiyê jî berê xwe dide Kurdan û ji bo ku aştî pêk were jî karta Kurdî derdixe. Ne tenê dewleta Tirk, hêzên hegemon ên global jî di rewşeke bi heman rengî de ne. Siyaseta li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan nabe.

2 ŞERTÊN ŞAMÊ BANDOR LI TÊKILIYAN KIRIN

Şertê pêşîn ê ji bo hevdîtina Esed û Erdogan ê vekişîna Tirkiyeyê ji Sûriyeyê û vekişandina piştgiriya xwe ji rêxistinên terorîst, xuya ye ku nêzîkbûnê zêdetir ji hev dûr dike. Sûriyeyê diyar kir ku “Heta ev lert pêk neyên hevdîtin çênabe.” Tirkiye polîtîkaya xwe ya ‘gizêr û ço’ bi hev re dimeşîne, anku êrişa li dijî Rojava ji nû ve xist rojevê û diyar kir ku vebijêrka leşkerî li ser maseyê ye. Tirkiye dê neçar bimîne ku tercîhekê bike; vekişîna ji Sûriyeyê yan jî êrişeke nû ya li ser Rojava. Piştî wê dê rewş çawa dewam bike, girêdayî demê ye û helbet dê li gorî pêvajoya hilbijartinê ya li Tirkiyeyê biguhere.

RÛSYA DIXWAZE ROJAVA PÊŞKÊŞÎ ESAD AN JÎ ERDOGAN BIKE

Ji bo ku Tirkiye û Sûriyeyê bîne cem hev, derdê Rûsyayê aştiya li Sûriyeyê nîn e. Di şerê Ukraynayê de divê Tirkiyeyê li cem xwe bibîne û têkiliyên baş pê re çêke. Li hemberî vê rewşa ku Tirkiye tê de xwedî avantaj e, Rûsya bi bikaranîna gefa Tirkan a li dijî Rojava, dixwaze encamekê li Sûriyeyê bi dest bixe. Di rewşa heyî de bi desteka xwe ya ji bo Erdogan, mirov dikare bibêje der barê Rojava de 'polîtîkaya herî xeternak Rûsya dimeşîne.’ Pûtîn dixwaze bi Erdogan re bixebite û ji ber vê yekê dê bixwaze Erdogan di hilbijartinan de bi ser bikeve. Berdêla demkurt ku dixwazin Esad û Erdogan bînin cem hev, bi dîtina çareseriyê ji bo 3 mîlyon penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê, dê xizmetê ji razemeniya hilbijartinê ya AKP'ê re bike. Nêzîkatiya Rûsyayê ya li hemberî Rojava, mijareke piralî ye ku divê baş were nirxandin. Dema hebûna DYA'yê ya li Rojava li ber çavan bê girtin, polîtîkayên Rûsyayê yên li Rojava neyînîtir dibin. Rûsya ku balafira wê hate xistin, pîlotê wê hate kuştin û sefîrê wê hate kuştin, heke ne ji bendewariyên xwe yên ji Erdogan be, têkiliyên bi vî rengî saz nekirin. Pûtîn ku ev qas sebir kiriye, dibe ku Rojava pêşkêşî Erdogan an jî Esad bike.

NÊZÎKATIYA ÎRANÊ YA LI HEMBER HEWLDANÊN LIHEVANÎNÊ

Polîtîkaya nêzîkbûnê ya Tirkiyeyê, ji bo Îranê jî dibe sedema gumanan. Derketina Tirkiyeyê ji Sûriyeyê jî dê ji bo derketina Îranê jî bibe nimûne. Têkiliyên Tirkiye û Îranê di rewşeke lîmonî de ne. Berjewendiyên her du welatan hem li Iraqê û hem jî bi nakokîya Azerbaycanê û Ermenistanê re bi hev dikevin. Bi taybet jî korîdora Zengezur ku tê plankirin di navbera Azerbaycan û Nexçivanê de bê vekirin û ev korîdor dê sînorê Ermenistan-Îranê ji holê rake. Di heman demê de Tirkiye piştgiriyê dide vê projeye, ji ber ku korîdoreke girîng e ku dê komarên Tirkan bike yek, lê tê wê wateyê ku Îran pê li berjewendiyên Îranê bike. Dema ku di têkiliyên Tirkiye û Îranê de aliyên neyînî werin ser hev, dê bandorê li polîtîkaya Tirkiyeyê ya nêzîkbûna bi Sûriyeyê re û Rojava jî bike.

Polîtîkayên Tirkiyeyê yên nêzîkbûna bi cîranên xwe re jê re baş xuya dikin, lê dê ne hêsan bin. Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê bi xwînê xwe têr dike û şer dike amûra herî girîng a berjewendiyên xwe yên siyasî. Erdogan di berbanga hilbijartinan de ku ji bo wî gelekî girîng in, dê rêgeha xwe neguherîne.