Hewldanên vegerandina kehrebeyê li gundên Til Temirê

Tevî êrişên rojane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê, Navenda Kehrebeyê ya navçeya Til Temirê, xebatên vegerandina kehrebeyê li gundên li eniyên Til Temirê didomîne.

Hewldanên vegerandina kehrebeyê li gundên Til Temirê
12 ÇILE, 2023   09:42
HESEKÊ

Navenda Kehrebeyê ya navçeya Til Temirê xebatên xwe ji bo vegerandina kehrebeyê (elektrîk) li gundên eniyên Til Temirê didomîne. Li wan gundan di encama topbarana dewleta Tirk de zirarên mezin gihaştine torên kehrebeyê.

Navenda Kehrebeyê xebatên xwe li ser 3 qonaxên sereke dabeş kiribûn; a yekem ji destpêka Îlona 2022`yan ve bi danîna xeteke nû ya kehrebeyê bi dirêjahiya 2 kîlometre ku kehrebeyê dide 10 gundên bakurê bakurê navçeya Til Temirê dest pê kir.

Qonaxa duyem ji Kanûna 2022`an ve bi danîna xeteke nû ya kehrebeyê li şûna xetên berê bi dirêjahiya 6 kîlometreyan ku kehrebeyê dide 10 gundên bakurê Til Temirê dest pê kir.

Qonaxa sêyem jî; dê tora kehrebeyê ji bo 11 gundên bakurê rojhilatê navçeyê bê danîn.

Der barê vê mijarê de hevserokê Navenda Kehrebeyê ya navçeya Til Temirê Fehid Semîle got: "Me dest bi qonaxa sêyem kir da ku kehrebeyê bidin gundên di navbera navçeyên Zerkan û Til Temirê de."

Di qonaxên yekem û duyem de navendê kehrebe gihand 22 gundan û bi temamkirina qonaxa sêyem re jî dê kehrebeyê bigihîne 11 gundên din.

Semîle diyar ku xeta ku tê sererastkirin, kehrebeyê ji navenda li gundê El Îd dibe ku ew jî kehrebeyê ji bendava rojhilatê kantona Hesekê dibe.

Li gorî Semîle, tê çaverêkirin ku kar di nava 10 rojan de bi dawî bibe û bi vî awayî navend dê kehrebeyê bide 33 gundên ku li eniyên şer in û di encama êrişên dewleta Tirk de bê kehrebe mabûn.

ANHA