Parlamenterên HDP’ê: Heta ku hevdîtin pêk bê çalakiya me dê bidome

Çalakiya nobetê ya parlamenterên HDP’ê ya li dijî tecrîda li ser rêber Abullah Ocalan didome. Parlamenter Nuran Îmîr got heta hevdîtin pêk were dê çalakiya xwe bidomînin.

Parlamenterên HDP’ê: Heta ku hevdîtin pêk bê çalakiya me dê bidome
12 ÇILE, 2023   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ji 21’ê Kanûna 2022’an û vir ve li ber Wezareta Edaletê ya Tirkiyê çalakiyê li dar dixin.

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr li ser çalakiyê ji ANF’ê re diyar kir ku heta hevdîtin pêk were dê çalakiya xwe bidomînin.

Nuran Îmîr got tecrîda mutleq ku ev 2 sal e didome, dewama konsepta sala 1999’an e û wiha axivî: “Zêdetirî 2 salan e ji Abdullah Ocalan agahî nayê stendin. Ev yek helbet digihêje pêvajoya 1999’an. Li Îmraliyê ku bi tecrîd an jî sîstema hiqûqê taybet hat îzolekirin, di pêvajoya çareseriyê de hevdîtin hatin kirin, lê dema em ji xeynî wê pêvajoyê dinêrin, demeke dirêj e bi hincetên cur be cur ev sîstem tê pêkanîn.  Berê bi hinceta koster xira bûye hevdîtin dihatin astengkirin, lê niha di bin navê cezayên dîsîplînê de bêhiqûqîyeke mutleq heye.”

Nuran Îmîr bal kişand ser bi hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re ji bo welat û wiha got: “Ev tecrîda mutleq, ji fikarên gel ên cidî û rewşên neyînî re zemînê amade dike. Ji ber ku kesayet, hebûn û helwesta rêzdar Abdullah Ocalan ji aliyê her kesî ve tê zanîn.

Em ji 21’ê Kanûnê û vir ve dixwazin parêzer bi rêzdar Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Em li ser vê daxwazê çalakiya xwe li dar dixin. Em parlementerên HDP’ê heta ku ev daxwazê me pêk were, dê çalakiya me bidome.”