​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-1-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-1-2023
11 ÇILE, 2023   23:00

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê QSD`ê Zahid Îd El Hisên li Goristana Şehîdan oxir dikin saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Leşkerî ya Suryan salvegera 10`an a damezirandina meclisê li Foca Şehîd Erdxela ya Hesekê pîroz dike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Zekeriye û Beşar bi daxuyaniyekê bi bîr tîne ku di êrişeke çekdarî de li dijî avahiya partiya ya Minbicê şehîd bûbûn saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Civakî ya Ermen ya Hesekê ji bo bidawîkirina dorpêça li ser Artsaxê bi dirûşma “Na ji qirkirinên nû yên li dijî gelê ermen re” xwepêşandanek li dar dixe saet di 11:00`an de.

Bi boneya salvegera 18`an a damezirandina Kongra Star, li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo şahiyek li navenda çand û hunerê li dar dikeve saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê bi dirûşma “El Misk El Mesmû” şevbuhêrkekê li navenda çand û hunerê li dar dixe saet di 13:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koordînator û berdevka ‘Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan’ Sewsen Şoman eşkere kir ku ji bo eşkerekirina çarenûsa rêber Abdullah Ocalan dê di dawiya Çileyê de serdana Meclisa Ewropayê û CPT`yê bike. (BI WÊNE)

Serokê Partiya Biratiyê ya Kurdistanî û endama Meclisa Giştî ya PYD'ê destnîşan ‏kirin ku bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker nexasim ‏bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê sûcekî dermirovî ‏ye.‏ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji dema Komkujiya Duyem a Parîsê çêbûye ve û di encamê de 3 çalakgerên Kurd şehîd bûbûn tawan li dijî saziyên ewlehî û desthilatên Fransayê hene, bi taybet piştî serbestberdana kujer. (BI WÊNE)

Malbetên şehîdan ên Tebqayê diyar kir ku ew pişta xwe nadin tu hêzeke derve, lê belê pişta xwe didin hêzên xwe ku parastina destkeftiyên herêmê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Pergala modernîteya kapîtalîst bi rêya ajandeyên xwe hewl dide ku modernîteya demokratîk a li Sûriyeyê bi pêş dikeve, tune bike û rê li pêşiya veguhertina demokratîk a bi pêşengiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigire. (BI WÊNE)

ANHA