′Divê Fransa sûcdarên têkiliya wan bi komkujiya Parîsê re heye, eşkere bike′

Ji dema Komkujiya Duyem a Parîsê çêbûye ve ku di encamê de 3 çalakgerên Kurd şehîd bûbûn tawan li dijî saziyên ewlehî û desthilatên Fransayê hene, bi taybet piştî serbestberdana kujer.

′Divê Fransa sûcdarên têkiliya wan bi komkujiya Parîsê re heye, eşkere bike′
12 ÇILE, 2023   04:37
QAHÎRE-MUHSIN EL MISIRÎ

Pirspor û lêkolînerên Ereb hişyarî li ser dubarebûna Komkujiya Duyem a Parîsê da ku tê de 3 çalakgerên Kurd şehîd bûbûn.

Di 23′yê Kanûnê de li Parîsê kesekî gule li derdora Navenda Çanda Kurdî reşand û di encamê de 3 çalakgerên Kurd li Fransayê şehîd bûn.

Li gorî dezgehên ragihandinê berê tawanbar di 2016′an de bi kêran li kesekî daye û di 2021′ê de bi kêran li du kesên reşik daye û piştî derketina wî ji girtîgehê gule li Kurdan reşand.

Xwedîderneketina Fransa li pêşbûna ajoya terorî ji destpêkê ve hêrs û pirs çêkirin, bi taybet wî kesî li xwe mikur hat ku welatiyan dike hedef û ji destpêkê ve niyet dike ku penaberan li bajarokê bakurê Parîsê sûîqast bike. Li wir gelek welatiyên biyanî dijîn. Wê yekê jî li gorî dezgehên çapemeniyê bi "nefreta nexweşbûyînê" pêk tîne.

Biryara rayedarên Fransî ya ji bo rakirina girtina pêşîlêgirtinê ya kesê ku destê wî di bûyerê de heye û veguhestina wî ji klînîka derûnî ya li navenda polîsê re, gelek pirs li ser rola Fransa di tawanê de çêkirin.

Li gorî pisporan, nedan û standina xurt ji aliyê desthilatên Fransayê ve li hember xîtaba nijdaperestî û nefretkarên ji alîgirên rastgir ên tundraw dê bihêlin komkujiya Parîsê dewam bikin çi li dijî Kurdan li Fransa yan welatiyên din.

′SÛCEKÎ TERORANE′

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê Misirî Îbrahîm Şaban diyar kir ku sûcê li dijî Navenda Çandî ya Kurdî û qehwexaneya Kurdî ya li paytexta Fransayê Parîsê ku di encamê de 3 welatî hatin qetilkirin û 3 jî birîndr bûn, sûceke terorane ya nijadperestî ye û divê dan û standina pê re li gorî vê yekê be û lêpirsînên der barê de bi awayekî fireh li hundir û derveyî Fransayê werin belavkirin.

Şaban ji ajansa me re wiha got: "Ew sûceke terorane ya ketober û nijadperestî ye." Li gorî agahiyên Wezareta Hundirîn a Fransayê ew endamê kloba werzîşê û ajokarê tirênê ya karbesê ye.

Îbrahîm Şaban hişyarî li ser xemsariya têkildarî sûcê hedefgirtina nijadperestî li dijî Kurdan li Parîsê, bêyî lêpirsîn û lêkolîna fireh li ser sedemên li pey vê sûcê, da. Bi taybet ew sûc beriya çend rojan ji bûyera mîna wê ku di 2013′yan de li Parîsê pêk hat û di encamê de 3 fermandarên ji tevgera jinên Kurd hatin qetilkirin.

Şaban xemgîniya xwe ya tund li hember bûyerê nîşan da û ev tişt got: "Mixabîniya serokê Fransa Macron li ser bûyerê û şermezarkirina wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji pirsgirêkê re ne çareserî ye. Ev ne sûceke ferdî ye, lê sûceke nijadperestî ya terorane ye ku çekdarekeî fransî li dijî Kurdan pêk tîne."

DIVÊ PARASTINA KURDAN BÊ DABÎNKIRIN

Şaban wiha domand: "Divê Kurdistaniyên li Parîsê were dabînkirin û platformên çapemenî û hiqûqî ji bo danasîna bi doza Kurdan û piştgiriya gelê Kurd re hebin, her kesê li dijî wî komkujî di dirêjahiya salên borî de pêk hatine, bên darizandin. Bi taybet rejîma Tirkiyê ku Erdogan serkêşiya wê dike û gelê Kurd ê li bakurê Sûriyê û Iraqê wek dijminê yekemîn dihesibîne, were cezakirin.

Şaban wiha pê de çû: "Dan û standina Fransayê bi sûcê hedefgirtinê û qetilkirina 3 Kurdan li Parîsê wê gumanên hevkariya desthilatên Parîsê li ser bûyerê rake."

Şaban da zanîn ku ew piştî bûyera bêserûber rêzê ji hestên Kurdan û hêrsa Kurdan re digire.

Şaban wiha dawî li gotina xwe anî: "Doza Kurd yek ji trajediyên siyasî di dirêjahiya sedsala 21′an de ye. Dem hatiye ku em pê re dan û standinê bikin û li çand, huner û şaristaniya gelê Kurd a di dirêjahiya dîrokê de binêrin û mafên wî yên resen di jiyînê de binêrin."

DIJBERIYA PENABERAN

/kr/uploads/files/2023/01/11/182214_-.webp

Li aliyekî din jî nivîskar û lêkolînera Cezaîrî Nesrîn Cafer wiha got: "Fransa ji çend salan ve xîtabeke fermi ya dijberî penaberan dide. Ev xîtab li dijî penaberên bi awayekî fermî li ser xakên wê ye tên dayîn."

Nesrîn wiha domand:  "Nîşaneya herî mezin a li ser vê hedefgirtinê ku Fransa li dijî penaberan pêk tîne, nakokiya ku di vê dawiyê de di navbera Fransa û dewletên mexribî ′Cezaîr, Tûnis û Mexribê′ pêk hat. Her wiha Parîsê hewl da zextê li van dewletan bike da ku penaberan xwe vegerînin, tevî ku gelek ji wan nasnameyên fransî hildigirin."

Nesrîn destnîşan kir ku di Îlona 2021′ê de Fransa vîzeyên ku dida Cezaîr, Tunis û Mixribê kêmî nîvî kir. Ew jî ji ber dewletên mexribî welatiyên wê pêşwaz nekirin. Ev ji bo Fransa ne tiştekî biyanî ye ku helwestên dijberî penaberan nîşan bide, bi taybet bi hebûna rastgirên tundraw re.

Li gorî Nesrîn Cafer, ger bûyera li Parîsê ji aliyê muslimanekî yan jî xwedî nasnameyeke ji Rojhilata Navîn bûya, dê dan û standina desthilatên Fransayê pê re cuda bûya û wê tedbîrên tund li dijî hemû penaberan pêk bianiya.

Nesrîn diyar kir ku xîtaba nijadperestî ya li dijî penaberan dibe ku bi sedema teşwîqa tundrawan a li ser pêkanîna sûcan li dijî biyaniyan be, bi taybet mixribî û yên ji Rojhilata Navîn tên. Her wiha paşguhkirina wê û necezakirina sûcdaran dê sûcan zêde bike.

(fr)

ANHA