Partiyên siyasî: Bikaranîna çekên kîmyewî ‏‎li dijî gerîla ‏sûcekî dermirovî ye

Serokê Partiya Biratiyê ya Kurdistanî û endama Meclisa Giştî ya PYD'ê destnîşan ‏kirin ku bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker nexasim ‏bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê sûcekî dermirovî ‏ye.‏

Partiyên siyasî: Bikaranîna çekên kîmyewî ‏‎li dijî gerîla ‏sûcekî dermirovî ye
11 ÇILE, 2023   23:39
REQA – MIHEMED XELÎL

Ji ber têkçûna xwe li hember gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê, dewleta Tirk a ‏dagirker çekên qedexekirî li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên ‏Medyayê bikar anîn, da ku berxwedana li wir têk bibe û herêmê dagir bike. Lê belê ‏îsrar û îradeya gerîla ji êrişên wê xurttir in.

‏/kr/uploads/files/2023/01/11/182003_-.webp

Der barê vê mijarê de serokê Partiya Biratiyê ya Kurdistanî Ednan Gêlo got: "Mîna gelek dewletan, dewleta Tirk a dagirker peymana Cinêvê ya 1925'an îmze kirine ku li gor wê bikaranîna çekên kîmyewî hatiye qedexekirin. Lê belê ji 2 ‏salan ve artêşa Tirk a dagirker çekên kîmyewî li dijî şervanên Tevgera Azadiya ‏Kurdistanê bi kar tîne."‏

Gêlo bêdengiya navneteweyî şermezar kir û got: "Me heta niha dengê tu ‏rêxistin an jî ajanseke fermî der barê binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gerîla de ‏nebihîstiye, ne jî kesek ew êriş şermezar kirine."

‏/kr/uploads/files/2023/01/11/182014_-.webp

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebîr El Xelîl destnîşan kir ku bikaranîna çekên ‏kîmyewî li dijî gerîla sûcekî dermirovî ye.‏

Ebîr wiha domand: "Dibe ku dewleta Tirk a dagirker li dijî me li Bakur û Rojhilatê ‏Sûriyê jî çekên kîmyewî bi kar bîne, ji ber ku wê di 2019'an de li dijî Serêkaniyê bi kar anîn û di encamê de zarokek birîndar bû û ji bo dermankirinê ew ji bo ‏dewletên derve hate şandin."‏

Di dawiya axaftina xwe de Ebîr bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê kir ku van êrişên kîmyewî ‏yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li dijî gerîla belge bike û hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bipirse.

‏(mh)‏

ANHA