Rojnameyên erebî: Metirsiyên vejandina DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine, der barê metirsiyên vegera DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê, aloziya Lîbyayê û kar û barên Lubnanê de nivisîn.

Rojnameyên erebî: Metirsiyên vejandina DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê
12 ÇILE, 2023   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

‘METIRSIYÊN VEGERA DAIŞ`Ê LI SÛRIYÊ Û IRAQÊ’

Rojnameya El Itîhad li ser dosyaya çeteyên DAIŞ`ê wiha nivisî: “Pispor û analîzvanên siyasî destnîşan kir ku civata navneteweyî bi fikar e ku DAIŞ li Sûriyê û Iraqê careke din çalak bibe. Nexasim ku şaneyên wê bêîstiqrariya siyasî û ewlehiyê li her du welatan bi kar tînin û dem bi dem êrişên terorîst pêk tînin.

Rêxistina terorîst di çend rojên dawîn de tevgera xwe zêde kir. Li beramber wê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî gelek operasyon li dar xistin û ragihandin ku beriya çend rojan zêdetirî 100 endamên wan şaneyan di operasyonekê de ku 8 rojan dewam kiriye, girtine.

Akademîsyen û analîzvanê siyasî yê ji Iraqê Dr. Ebdulkerîm El Wezan got îhtîmal heye êrişên DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê zêde bibin.

El Wezan got pêwîst e li hember vê rewşê, hevkariyeke navneteweyî ya rastîn û aboriyeke xurt hebe. Her wiha were fêmkirin ku belavbûna van şenayan bandor li îstiqrara herêmê dike.

Berdevkê Heyet Tensîq El Wataniye ya Sûriye Munzir El Xedam jî got rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst li Sûriyê û Iraqê bi bin ket. Bermahiyên wê ne xeternak in, lê yên ku van bermahiyan bi kar tînin hene da ku li herêmê bimînin. Beriya çend rojan 12 karkerên zeviyeke petrolê ya di bin kontrola hikumeta Şamê de, di êrişekê de hatin kuştin ku hat gotin DAIŞ`ê pêk aniye.

Analîzvanê siyasî yê sûrî Îbrahîm Kaban jî eşkere kir ku vegera DAIŞ`ê bi sedemên stratejîk ve girêdayî ye û têkiliya wê bi dewletên ku wê fînanse dikin heye. Ew dixwazin pirsigrêkan çêkin û aloziya derxin. Derketina DAIŞ`ê di vê wextê de diyar e û li gelek herêmên hesas berfireh bûye.

Kaban got têkiliyên gelek aliyên navneteweyî yên yekser bi DAIŞ`ê heye da ku berjewendiyên wan li Sûriyê pêk bîne. QSD`ê operasyonên xwe li dijî bermahiyên vê rêxistinê zêde kirin.

Li gorî Kaban DAIŞ di aliyê meydanî de bi dawî bûye, lê kom û şaneyên veşartî hene ,ku li herêmên mîna Reqa, Dêrazorê di vê dawiyê de zêde bûne. Li gorî pêşbiniyên Kaban, DAIŞ wê bi hêztir vegere nexasim piştî ku rêbazên xwe û têkiliyên xwe yên îstixbaratî xurttir kirin.

Ji destpêka vê salê ve, hêzên Iraqê operasyonên lêgerînê û serdegirtinê li dijî bermahiyên DAIŞ`ê zêde kirin ku sala 2017`an bi bin ket û zêdetirî nîvê rûbera welêt ku sala 2014`an kontrol kiribû, ji dest da.

DAIŞ hîna li parêzgehên bakur û rojhilatê Iraqê çalak e. Hemwextî wê hikumeta Bexda hewl dide êrişên rêxistinê bi rêya operasyonên ewlehiyê û leşkerî li bakur, rojava û rojhilatê welêt têk bibe.”

‘PARÇEBÛNA DESTHILATA RÊVEBER LI PÊŞIYA HILBIJARTINAN BÛYE ASTENG’

Têkildarî rojeva Lîbyayê rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê di rapora xwe ya dawîn de ji ber parçebûna domdar a desthilata rêveber a Lîbyayê, hişyarî da û bang li aliyên nakok kir ku astengiyên mayî derbas bikin da ku hilbijartinên giştî li dar bikevin.

Helwesta nû ya Meclisa Ewlehiyê, gelek pirsnîşan çêkirin ku gelo helwesteke cidî ya navneteweyî heye ku desthilata rêveber bikin yek. Nexasim helwesta redker a li hember hikumeta El Wehda El Wataniye bi serkêşiya Ebdulhemîd El Debîbe û hikumeta Fethî Başaxa zêde be ku nikare desthilata xwe ferz bike, ji ber ku di destê wê de mekanîzmayên pêwîst ji bo pêkanîna wê tune ye.

Gotegot hebûn ku li ser asta navneteweyî şêwir hene ku hikumeta nû ya Lîbyayê bê avakirin ku çavdêriya hilbijartinan bike. Lê nûnerê NY`yê yê Lîbyayê Ebdullah Patîlî ev yek derewand.

Hêzên siyasî yên Lîbyayê hewl didin bigihêjin zemîneke destûrî ji bo hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê li dar bixin. Nakokî di navbera meclisa dewletê û ya parlamentoyê de li ser tevlêkirina leşkeran û yên welatiyên 2 welatan di hilbijartinan de dewam e. Lê wan derfeta lidarxistina referandumekê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê pêşniyar kir.”

‘HIZBULLAH: MÎQATÎ XEFIKEKE NÛ YA HIKUMETÊ AMADE DIKE’

Der barê kar û barên Lubnanê de rojnameya El Exbar wiha nivisî: “Nakokiya li ser mekanîzmaya dayîna kehrebeyê, di navbera serokê hikumeta demkî Necîb Mîqatî û serokê Parlamentoyê Nebîh Berî û Şepêla Nîştimanî ya Azad de dewam dike. Mîqatî bi hinceta ku divê deyn di civîneke meclisa wezîran de bê erêkirin, xefikeke nû danî. Heta duh Mîqatî hewldanên xwe ji bo lidarxistina civînê domandin. Nexasim ku bi rêveberiya Hizbullahê re ku heta niha helwesta xwe diyar nekiriye. Ruxmî ku civîna 5`ê Kanûnê bi awayekî neyînî bandor li têkiliyên Hizbullahê bi Tevgera Nîştimanî ya Azad re kir. 

Tevî ku serokê hikumetê dizane bê tevlêbûna Hizbullahê civîn li dar nakeve, lê daxuyand ku ew dê civînê li dar bixe û ji bo wê bi gelek aliyan re şêwiriye. Mîqatî diyar kir ku dayîna deyn ji saziya kehrebeyê ya Lubnanê re divê bi erêkirina Meclisa Wezîran be. Mîqatî eşkere kir ku ji ber hin sedeman dê civîn hefteya bê li dar bikeve.”

(şx)