Rojnameyên erebî: Taxên li derdora Şamê di nava tarî û çiravê de ne

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî rewşa jiyanî ya paşketî li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de, tevgerên Misirê der barê rewşa Lîbyayê de û nakokiya di navbera Îsraîl û filistiyan de nivisîn.

Rojnameyên erebî: Taxên li derdora Şamê di nava tarî û çiravê de ne
11 ÇILE, 2023   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

‘REJÎMA SÛRIYEYÊ ŞAMÊ XWEŞIK DIKE LÊ DERDORA WÊ DI NAV ÇIRAV Û GILÊŞÊ DE DIHÊLE’

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Di demekê de ku hikumeta Şamê xebatên xizmetguzariyê li taxên Şamê pêşkêş dike, deverên derdora paytextê paşguh dike. Kolanên wan deveran tijî çal û çirav û bi şev jî ji ber ku kehrebe nîn e, di nava tariyê de dimînin.

Li gel qutbûna kehrebeyê, heftane şaredariya parêzgeha Şamê li ser hesabê xwe yê Facebookê radigihîne ku bi dehan stûnên ronkirinê yên bi enerjiya tavê dixebitin li kolanên mîna Bab Toma, Qesa, Mihacerîn, Mezê, Kefersûsê, Mezrûe, Şaxûr, Mîdan û Zahîre û qadên sereke mina Umewîyîn, Ebasîn, Tehrîr, Ernûs, Bab Misla, Şemden û gelek deverên din hatine danîn. Kolanên van tax û qadan rojane têne paqijkirin û gelek xebatên din ên xizmetguzariyê tên kirin û parkên li wan deveran jî aliyên têkildar her tim pê re eleqdar in.

Li gel vê eleqedariya bi van tax û kolanan re, taxên derdora Şamê hatiye paşguhkirin. Di gera di nava kolanên derdora Şamê de, kolanên tijî herî û av balê dikişînin ji ber ku torên kanalîzasyonê xetimîne. Peyare jî tune ne ku welatî li ser bimeşin. Çalên mezin veguherîne çiravan. Gilêş pir zêde bûye û ji cihên gilêşê ava qirêj û bêhna nexweş jê derdikevin.

Ruxmî qutbûna kehrebeyê li ser wan taxan ku her 10 saetan nîv saetek tê, kolanên wê di nav tariyê de ne ji ber stûnên ronîkirinê yên bi enerjiya tavê dixebitin li wir nehatine bicihkirin.”

‘HEWLDANÊN MISIRÊ ÊN PAŞGUHKIRINA HIKUMETA EL DEBÎBE’

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Qahîreyê ji bo ku îsbat bike hikumeta Wehda El Wataniye ya ku wîlayeta wê bi dawî bûye di aliyê herêmî de nayê qebûlkirin, tevgerên xwe duqat kirin. Berê xwe daye aliyên çalak li Lîbyayê da ku rewşeke nû biafirîne ku di dawiyê de girîngiya El Debîbe hêdî hêdî ji holê rake. Di encamê de guhertinek di helwesta hêzên herêmî û navneteweyî de çêbibe ku dev ji vê hikumetê bernadin.

Di wê çarçoveyê de serokê bi navbeynkariya Misirê, Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê Mihemed El Minfî û fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfe Haftar duşemê li Qahîrayê li hev civiyan. Her du aliyan hewldanên agirbestê, parvekirina adil û giştî ya darayî, yekirina saziya leşkerî ji bo parastina sînor û dîtina formekê ji bo lidarxistina hilbijartinan û danîna mekanîzmeyan ji bo lihevhatinê, nîqaş kirin.

Li çavkaniyên lîbyayî eşkere kirin ku tu encamên nû ku piştgiriya rastîn dike, derneketin. Lê dîsa diyar kirin ku ev civîn ji bo Qahîreyê girîng e ji bo hikumeta El Debîbe were paşguhkirin û di aliyê pratîk de ji qada siyasî bê derxistin. Ji bo wê Qahîre rola hêzên çalak li Lîbyayê mezin dike û wan weke ku di destê wan de kilîtên çareseriyê hene, pêşkêş dike.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku hevdîtina El Minfî û Haftar û beriya wê hevdîtina Eqîle Salih û Xelid El Mirşî li Qahîreyê, payemeke Misirê ye ku dikare hemû hêzên bi bandor, kom bike. Her wiha helwesta Qahîra li hember hikumeta El Debîbe ku di Îlona borî de ragihandiye heta niha ne hatiye guhertin ku wê red dike.”

‘ÎSRAÎL Û FILISTÎN; RÊGEHEKE SIYASÎ YA ZEHMET’

Girêdayî nakokiya di navbera Îsraîl û filistîniyan de rojnameya El Beyan wiha nivisî: “Di asoyan de nîşaneyên ji nû ve destpêkirina pêvajoya çareseriyê di navbera Filistîn û Îsraîlê de xuya nakin ku her ku diçe girêktir dibe. Nexasim nakokî di civaka îsraîlî de di navbera hêzên siyasî û partiyan de serwer e.

Analîzvanê siyasî yê pisporê kar û barên Îsraîlê Intwan Şelhet got rewşa siyasî li Îsraîlê di aliyê hewldanên destpêkirina danûstandinan de bi filistîniyan re tev li hev e. Nîşane tune ne ku nêrîneke siyasî ya hevbeş û daîm di vî warî de hbe. Bûyerên dawîn li Filistînê jî, bi awayekî neyînî li çareseriya heyî bandor kir.

Analîzvanê siyasî Raêd Ebdullah got daxwazên filistîniyan ne tenê di destpêkirina çareseriyeke siyasî de sînordar in lê belê gelek daxwazên din hene ku divê di ber çavan re werin derbaskirin.

Li gorî çavkaniyan serok Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan û wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken di Çileyê de dê serdana Filistîn û Îsraîlê bikin û peyamên têkildarî dosyaya filistîn-îsraîlê bi xwe re bînin û dê zemînekê ji çareseriya siyasî re deynin. Lê ev yek bi gelek mijaran ve girêdayî ye nexasim piştî avakirina hikumeta nû ya Îsraîlê.”

(şx)