Tevî zextên dewleta Îranê jî çalakî dewam dikin

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevî zext, binçavkirin û cezayên darvekirinê jî çalakiyên nerazîbûna li hember dewleta Îranê berdewam dikin.

Tevî zextên dewleta Îranê jî çalakî dewam dikin
11 ÇILE, 2023   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê welatî bi awayê nivîsandina dirûşmeyan, daleqandina pankartan û li şaneşîn û banê xaniyan gotina dirûşmeyan nerazîbûnên xwe berdewam dikin.

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê duh hejmarek çalakvan daketin çiyayê Awyar û li dijî cezayên dervekirinê nerazîbûn nîşan dan.

Duh Saziya Dadweriya Îranê ragihand ku cezayê darvekirinê li 3 xwepêşanderên bajarê Newşehirê yê bakurê Îranê hatiye birîn.

Heta niha bi giştî cezayê darvekirinê li 112 xwepêşanderan hatiye birîn û 4 hatine bi dar ve kirin.

Her wiha cezayaê giran li gelek kesan haitye birîn. Pêngava girtin û binçavkirinê jî berdewam dike. Duh li bajarê Çiwanro, Dîwandere û Sine hejmarek çalakvan hatin binçavkirin.

Ev hersê bajarên Rojhilatê Kurdistanê navenda sereke ya xwepêşandan û nerazîbûnên 4 mehên borî ne. Bi taybet li Çiwanro gelek leşker lê hatine bicihkirin.

He rwiha piştî gotara Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamneyî, zextên li ser jinan zêde bûne û desthilat li ser hîcaba neçarî biisrare. Duh Serdozgerê Giştî yê Îranê Ebdulsemed Xuremabadî got: “Rakirina hîcatê sûcekî eşkere ye û yên bikin, wê ji derveyî cezayê darayî 10 roj heta 2 mehan werin girtin. Ên jinan teşwîqî rakirina hîcabê bikin, dibe heta 10 sal cezayê girtîgehê li wan were birîn.”