Li ser rêya Qamişlo-Hesekê erebeyek hat hedefgirtin

Li ser rêya M4 di navbera bajarên Qamişlo û Hesekê de li dijî erebeyekê êriş pêk hat.

Li ser rêya Qamişlo-Hesekê erebeyek hat hedefgirtin
11 ÇILE, 2023   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, li ser rêya M4 ya di navbera bajarên Qamişlo û Hesekê de beriya çend kêliyan erebeyek ji cureya cîp-santafe hatiye hedefgirtin.

Tê texmînkirin ku êriş bi rêya balafirek bêmirov a biçek pêk hatibe.

(cx)

ANHA