​​​​​​​Yasir Silêman: Nêzîkbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê dê rewşa Sûriyeyê aloztir bike

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir Silêman nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê red kir û got ku ev nêzîkbûn dê rewşa li Sûriyeyê aloztir bike. Silêman bang li sûriyeyiyan kir ku pirsgirêkên xwe dûrî aliyên derve çareser bikin.

​​​​​​​Yasir Silêman: Nêzîkbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê dê rewşa Sûriyeyê aloztir bike
9 ÇILE, 2023   23:40
REQA-EHMED EL ESAF

Nerazîbûnên li hember nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ku herêmên berfireh ên Sûriyeyê dagir kirine û guhertina demografiyê û piştgirîdayîna komên çete didomîne, zêde dibin.

Têkildarî mijarê, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir Silêman gumanên xwe têkildarî civîna di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de ya bi navbeynkariya Rûsyayê anîn ziman.

Silêman got ku civînên wiha nakevin xizmeta gelê Sûriyeyê, lê belê ji bo pêkanîna timayên mêtingeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ne û destnîşan kir ku armanca hikumeta Şamê ji vê nêzîkbûnê, astengkirina rêgeha demokratîk e û vegerandina rewşa wekî beriya 2011`yan e.

Silêman diyar kir ku “rejîma Sûriyeyê” nikare parastina herêmên Sûriyeyê bike, ji lew re ew zêdetir tawîzan dide rejîma Tirkiyeyê ya ku hewl dide herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike.

Silêman, helwesta Meclisa Sûriya Demokratîk bi bîr xist ku bang li tevahî Sûriyeyiyên xwedî rûmet û opozîsyona nerm kiribû ku vegerin herêmên Rêveberiya Xweser û li hember xeteriyên koordîneya di navbera Rûsya, Sûriye û Tirkiyeyê de, ref û gotina xwe bikin yek.

Silêman da zanîn ku ev nêzîkbûn dê rewşê aloztir bike, faktorekî bêistîqrariyê ye û rê nade vegera koçber û penaberan, di heman demê de rê li xebatên ji nû ve avakirina Sûriyeyê venake.

Silêman bang li sûriyeyiyan kir ku diyaloga nîştimanî ku mafên wan misoger dike, rûmeta wan diparêze û hêviyên wan ên jiyana aştiyan li Sûriyeya demokratîk, pirrengî û nenavendî pê tîne, bidin destpêkirin.

Silêman her wiha bang li tevahî sûriyeyiyên bi rûmet û azadîxwaz kir ku li dor projeya nîştimanî ya Rêveberiya Xweer kom bikin, pirsgirêk û nakokiyên heyî bi dawî bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Wekî sûriyeyî, em pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dikin, em destûra xwe di demên pêş de bi xwe û dûrî aliyên derve yan civînên ku xizmeta berjewendiya gelê Sûriyeyê nakin, binivîsin.”

(cx)

ANHA