Xelkê koçber li hember dorpêçê berê xwe dide efarê

Jinek efrînî ya koçber li hember dorpêça hikûmeta Şamê û êrişên rojane yên dewleta Tirk a dagirker, bi komkirina bermahiyên çinînê weke kartol û pîvazan debara xwe dike.

Xelkê koçber li hember dorpêçê berê xwe dide efarê
10 ÇILE, 2023   04:33
ŞEHBA-XALID HESEN

Şêniyên Efrînê yên koçber ji bo vegerin malên xwe li hember hemû şert û mercên dijwar ên ku ji aliyê hikûmeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ve li ser wan hatine ferzkirin, li ber xwe didin.

Koçberên Efrînê ji ber dorpêça şidandî ya li ser wan hatiye ferzkirin û êrişên rojane, bi berhevkirina bermahiyên çinînê (efare) debara xwe dikin.

Firqeya 4`an ya hikûmeta Şamê ji Tebaxa borî ve dorpêça li ser kantona Şehba ferz kiriye, girantir kiriye û nahêle ku madeyên bingehîn mîna sotmenî, derman û madeyên xwarinê bikevin hermê. Bi hatina zivistanê re, şert û mercên jiyanê dijwartir bûne.

Hemwextî wê dewleta Tirk a dagirker rojane êrişî kantona Şehbayê û navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê dike. 

Koçberên ku di kamp û xaniyên nîvwêrankirî de dijîn, bi efarê debara xwe dikin û libên bierdê mîna kartol û pîvazan kom dikin.

Baxçeyên ku şênî lê efarê dikin jî li tixumên herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyê wê ve hatine dagirkirin in. Mîna gundê Hirbil ku nêzî wan herêman e û rojane ji bi çekên giran tê topbarankirin. Lê tevî wê jî jinên koçber bi zarokên xwe re li wir efarê dikin.

Koçbera bi navê Henîfe Elî ku ji gundê Beradê yê navçeya Şêrawa ye û ji destpêka dagirkirina Efrînê di 2018`an de li kampa Serdem a li gundê Til Sosînê dimîne.

Henîfe dema ku dema kartolên bi efarê kom kirine bi ava sar dişûşt, ji ajansa me re wiha axivî: "Rewşa me gelek dijwar e. Me bêriya ax, darên zeytûn û bajarê xwe kiriye. Hêviya me jî ew e ku  di demek nêzîk de em vegerin Efrînê."

Henîfe wiha anî ziman: "Duh ez çûm efarê wek hûn jî dibînin, ez kartolan ji axê paqij dikim. Li gel tunebûna xwarin, sotemenî û gazê, em bi efarê debara xwe dikin."

Henîfe di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Heta em vedigerin warê xwe, em ê li hember her tiştî li ber xwe bidin.”

ANHA