​​​​​​​Hiqûqnasan bang li CPTʹyê kir: Rewşa li Îmraliyê eşkere bikin

Hiqûqnasan diyar kir ku rêxistinên mafên mirovan û CPT ji ber bêdengiya xwe berpirsên binpêkirin û nediyarkirina rewşa rêber Abdullah Ocalan in.

​​​​​​​Hiqûqnasan bang li CPTʹyê kir: Rewşa li Îmraliyê eşkere bikin
10 ÇILE, 2023   03:37
NAVENDA NÛÇEYAN – NÎHAD KERHO- SELAM KÊRWAN

Dewleta Tirk tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan didomîne, cezayê giran lê dibire û serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtinê red dike.

Hiqûqnas Mûtez El Sûdan ê ji bajarê Tebqayê bi bîr xist ku Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan dikeve sala xwe ya 24ʹan ku di encama vê komployê de rêber Ocalan radestî dewleta Tirk hate kirin ku bi awayekî şeklî ew darizandin û mafên wî binpê kirin.

El Sûdan da zanîn ku dadgeha dewleta Tirk cezayê muebbetê li rêber Ocalan biriye û wiha domand: "Li gel pergala tecrîdê, zextên di hucreyên yekkesî de, astengkirina azadiya wî û qedexeya hevdîtina bi derve re, ev ceza tê wateya girtina heta mirina fîzîkî.”

El Sûdan îşaret bi vê yekê kir ku li gorî peymanên mafên mirovan, tecrîda muteq a li dijî girtiyan, îşkenceyeke sîstematîk li dijî mirovahiyê ye û wiha pê de çû: "Di serî de Tirkiye, dewletên ku peymana Neteweyên Yekbûyî ya li dijî îşkenceyê îmze kiriye, soz daye ku îşkenceyê li girtiyan nekin û bi xirabî nêzî wan nebin. Her wiha soz dane ku hemû tedbîrên qanûnî, rêveberî û dozgerî bigirin da ku îşkence neyê kirin, lê dewleta Tirk li gorî vê peymanê tev nagere.”

Mûtez El Sûdan got: "Ji bo girtîgeha Îmraliyê maf ji parêzerên Rêbertî re nayê dayîn ku bigihêjin dosyayên qanûnî, lê cezayên dîsîplînê tên birîn û hevdîtina bi girtiyan re tê qedexekirin. CPTʹyê ragihandibû ku wê di Îlona 2022ʹyan de serdana girtîgeha Îmraliyê kiribû, lê tu daxuyanî li ser rewşa tenduristiyê ya Rêbertî neda."

ʹTIRKIYE MAFÊ RÊBER OCALAN BINPÊ DIKEʹ

Endamê Rêveberiya Dîwana Edaleta Civakî ya Tebqayê hiqûqnas Mihmed El Şiêtî anî ziman ku tecrîdkirina rêber Ocalan binpêkirina hiqûqê ye.

El Şiêtî diyar kir ku mafên mirovî yên hemû girtiyan heye ku nabe jê were mehrûmkirin, lê dewleta Tirk mafên rêber Ocalan binpê dike û wê jî mafên wî yên herî biçûk bê par dihêle.

Mihemed El Şiêtî destnîşan kir ku aliyên têkildarî mafên mirovan ji ber bêdengiya xwe berpirsên herî mezin ên kiryarên dewleta Tirk e ya ku qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike.

ʹREWŞA TENDURISTIYÊ YA RÊBER OCALAN HÎNA NE DIYAR Eʹ

Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê hiqûqnas Rewşen Hacim, ji ber tecrîdê, mercên dijwar ên girtîgeha girava Îmraliyê û cezayê dîsîplînê, fikarên xwe der barê rewşa rêber Ocalan de anî ziman û got: "Şilbûna hucreyê xetereyê li ser jiyana wî çêdike. Her wiha ji mafên spor û meşê bê par hatiye hiştin. Bi vê yekê dewleta Tirk a dagirker rêzê ji qanûn û peymanên ku îmze kirine, bi taybet peymana têkoşîna li dijî îşkenceyê nagire."

Rewşen Hacim bal kişand ser rola “biguman” a CPTʹyê ya li beramberî rêber Abdullah Ocalan û got: "CPT, dikare zextê li desthilata dewleta Tirk bike da ku rewşa Rêbertî eşkere bike û bihêle ku parêzer û malbat wî bibînin. Mafê CPTʹyê heye ku bêyî astengiyên desthilatdariyê derbasî her girtîgehê bibe."

Hiqûqnas di dawiya axaftina xwe de bang li CPTʹyê kir ku rapora xwe ya têkildarî serdana xwe ya Îlona 2022ʹyan a li girtîgeha Îmraliyê eşkere bike, der barê tecrîdkirina rêber Ocalan de helwesta xwe zelal bike û dewletan endam neçar bike bila rêzê li beramberî qanûnan bigire.

ANHA