​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-1-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-1-2023
9 ÇILE, 2023   23:00

Ji bo bîranîna şehîdan; Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan, Kongra Star a navçeya Til Hemisê saet di 12:00`an de merasîma bîranînê li Navenda Çandê li dar dixe, Meclisa navçeya Til Birakê saet di 10:00`an de li hola civînan a navçeyê sînevizyonekê pêşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir Silêman nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê red kir û got ku ev nêzîkbûn dê rewşa li Sûriyeyê aloztir bike. Silêman bang li sûriyeyiyan kir ku pirsgirêkên xwe dûrî aliyên derve çareser bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêkhateyên Hesekê û Tebqayê bang li hêzên navneteweyî kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan rawestînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin ji ber ku çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi azadiya wî ve girêdayî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yek ji waneyên berxwedanê û girêdana bi axê, jineke koçber ji  Efrînê li hember dorpêça hikûmeta Şamê û êrişên rojane yên dewleta Tirk a dagirker, bi komkirina bermahiyên çinînê yên weke  kartol û pîvazan debara xwe dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hiqûqnasan diyar kir ku rêxistinên mafên mirovan û CPT ji ber bêdengiya xwe berpirsên binpêkirin û nediyarkirina rewşa rêber Abdullah Ocalan in.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Koordînatora Kongra Star a Ewropayê Rojîn Remo diyar kir ku komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê berdewamiya kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan in û destnîşan kir ku sûcdar dê berdêlê bidin.(BI WÊNE)

ANHA