Hêzên Ewlekariya Hundirîn bazirganekî narkotîkê li Reqayê girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê bazirganekî narkotîkê girtiye û bi wî re gelek madeyên hişbirê desteser kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bazirganekî narkotîkê li Reqayê girt
9 ÇILE, 2023   19:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye, bazirgan duh li Reqayê piştî şopandinê û berhevkirina belgeyan hatiye girtin.

Navendê eşkere kir ku hêzê bi wî bazirganî re gelek madeyên hişbirê û amûrên bikaranîna wê û çek desteser kirine.

Li gorî daxuyaniyê madeyên hatine desteserkirin wiha ne:

“3.22 gram ji madeya krîstal a hişbir

85.50 gram madeya krîstal

32,75 gram Heşîş

3 Hebikên Geptagon

4 Siringên tramdol

Damanceyek guhertî eyar 7mm

1 çeka nêçîrê

2 qutîkên gazê

Tûrpê gazê yê rêwîtiyê ku ji bo çêkirina qelûnan tê bikaranîn

Nargîlek guhertî ku ji bo madeya krîstal tê bikaranîn

5 parçeyên guhertina çekan

mîzanek elektronîk

4 qelûnên kirîstalê

Çekek spî

150 Euro

Di lêpirsîna bi sûcdar re, li xwe mikur hat ku di berdêla pereyan de madeyên hişbirê belav kiriye. Piştre ji Desteya Dozgeriya Giştî re hate şandin.”

ANHA