Sara û Ronahî li ser gorên xwe hatin bîranîn

Yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya sala 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin. Îro Sara û Ronahî li ser gorên xwe hatin bîranîn.

Sara û Ronahî li ser gorên xwe hatin bîranîn
9 ÇILE, 2023   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Sara û Ronahî li Dêrsim û Mêrsînê li ser gorên xwe hatin bîranîn.

Sakîne Cansiz li Dêrsimê hat bîranîn

Yek ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz a ku di 9’ê Çileya 2013’yan de li Parîsê hat qetilkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Dêrsimê û li ser gora xwe hat bîranîn. Di bîranîna ku li avahiya partiyê hat lidarxistin de, bi wêneyên Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên bi Sakîne Cansiz re hatibûn qetilkirin, quncik hat vekirin. Ji bo 3 jinan mûm hatin pêxistin.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes ji bajarên derdorê beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz hate nîşandan.

‘DESTHILATDARÎ HÊZA JINÊN KURD QEBÛL NAKE’

/kr/uploads/files/2023/01/09/170115_20230109-20230109-20210827-20210825-204715-vegerandina-efrine-jpg6be8e1-image-1-jpg0ac977-image-jpg457263-image-jpg1375ca-image.webp

Meral Daniş Beştaş di bernameyê de diyar kir ku qetlîamên ku li Parîsê pêk hatî ne tesadûfî ne û got: “Em dizanin ku kujer rê li ber qetlîamên din jî vekir. Qetlîama 9’ê Çileyê ne qetîameke tesadufî ye. Ne qetlîameke wisa ji rêzê ye. Hefizeya dîrokî, ciwan û xebatên dîplomasiyê kirin hedef. Ev vê qetlîama ku pêk hatî ji nêz ve nasdikin û lê belê em tu carî hînî van qetîaman jî nebûn. Di qetlîama Parîsê de hedef jinên Kurd bû. Desthilatdarî tu carî hêza rêxistinbûna jinên Kurd qebûl nekir.

Di 3’yê çileya 2013’yan de cara yekem rayedarên dewletê çûn Îmraliyê. Li qada Kurdistan, Tirkiye û navneteweyî xwedî li hevdîtinê derketin.Wê ji bo çareseriyê bibûya rêya nû. Lê mixabin 6 roj şûnde qetlîam pêk hat. Rêzdar Abdullah Ocalan di hêvdîtinê de gotibû ‘Ev qetlîam wek qetlîama Dêrsimê ye. Divê kujer bên aşkerakirin’.  Me çîroka şerekî guhdar kir û wê ev şer bi dawî nebe.”

Piştî bernameya bîranînê girseyê xwest biçe ser gora Sakîne Cansiz. Ketin û derketina goristanê ji hêla polîs, leşker û jendirmeyan ve hat astengkirin. Bi hinceta “Qedexeya çalakî û bernameyan” nehiştin girse bikeve gund. Polîsan êriş bir ser girseyê.

Her wiha parlamenterên HDP’ê piştre çûn goristanê û kurnefîl danîn ser gora Sakîne Cansiz.

Leyla Şaylemez li Mêrsînê hat bîranîn

Leyla Şaylemez a ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk hatibû qetilkirin, li Mêrsînê li ser gora xwe hate bîranîn.

Leyla Şaylemez a ku di Komkujiya Parîsê ya sala 2013’yan de hatibû qetilkirin li ser gora xwe hat bibîranîn. Bîranîn li ser gora Leyla Şaylemez a li Goristana Guneykentê pêk hat. Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê, Cûmalî Şaylemez yê ku navê Leyla Şaylemez e û gelek kes tev li bîranînê bûn. Bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir û dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Jinên ku tev li bîranînê bûn qerenfîl danîn ser gora Leyla Şaylemez.

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku ligel di ser qetlîamê re 10 sal derbas bûn jî hêzên li pişt komkujiyê nehatin eşkerekirin û wiha got: “Em dizanin ku li pey vê komkujiyê desthilatdariya AKP’ê heye. Yek ji van komkujiyan jî ne tesadufî ye. Desthilatdarên mêrane yên serdest ji bo rejîma xwe ava bikin, ewilî jinan dikin hedef. Li ser bedena jinan şer mezin dikin û dixwazin xwe wisa birêxistin bikin.

Hêzên li pey komkujiya Parîsê ya ewil û komkujiya Silopiya heman hêz in. Heman hêzan sê hevrêyên me yên jin qetil kirin. Di roja me ya îro de jî li Silêmaniyê Nagihan Akarsel, li Rojava Hevrîn Xelef û herî dawî jî sê hevalên me li Navenda Çanda Kurd a Parîsê hatin qetilkirin. Yên ku kujerên qetlîama 10 sal berê dernexistin holê, heman qetlîam pêk anîn. Lê divê were zanîn wê qetlîam û êriş nikaribin têkoşîna jinan bide sekinandin.”