Dewleta Tirk a dagirker Til Rifetê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker derdora navçeya Til Rifetê û gundê Hirbil bi çekên giran topbaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker Til Rifetê topbaran dike
9 ÇILE, 2023   17:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker derdora navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê bi çekên giran topbaran dike.

Li gorî agahiyan zêdetirî 20 top li derdora navçeyê ketine û topbaran bi dijwarî berdewam dike.

Hemwextî wê dewleta Tirk gundê Hirbil bi doşkeyê dike hedef.

ANHA