​​​​​​​Desteya Tenduristiyê projeyên xwe ya sala 2023'an eşkere kirin

Desteya Tenduristiyê di civîna xwe ya salane de pirsgirêk û astengiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya wê derketine nirxandin û plansaziyên xwe yên sala 2023'an eşkere kirin. Her wiha bang li rêxistinên tenduristiya ya cîhanê kir ku alîjariya tenduristî ji nakokiyên siyasî dûr bikin.

​​​​​​​Desteya Tenduristiyê projeyên xwe ya sala 2023'an eşkere kirin
9 ÇILE, 2023   16:54
REQA

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civîna xwe ya salane li avahiya Desteya Tenduristiyê ya Reqayê li dar xist. Karmendên komîteyên desteyê, cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber Bebraîl Şemûn lê hazir bûn.

Beşdaran pêşketinên siyasî di sala borî de nîqaş kirin û paşê şêwirmendê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fîras Cûma axivî û diyar kir ku di sala 2022'an de gelek pêşketin li ser asta siyasî li herêmê çêbûn e û got Rêveberiya Xweser ji cîhanê re hebûna xwe di aliyê siyasî, leşkerî û aborî de îsbat kir.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Gebraîl Şemûn da zanîn ku dewleta Tirk şerê projeya Rêveberiya Xweser û projeya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Şemûn diyar kir ku Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) dixebitin ku îsal tevgera xwe ya qada diplomasiyê xurttir bikin. Her wiha da zanîn ku her du jî name ji opozîsyona demokratîk a nerm li Sûriyê re dişînin da ku li hember komployê bisekinin ku Tirkiyê û Rûsya li dijî gelê Sûriyê plan dikin.

Piştî ku nîqaşa li ser rewşa siyasî ya herêmê bi dawî bû, raporên salane yên deste û komîteyên tenduristiyê yên kanton û herêmê hatin xwendin û paşê rewşa rêxistinî û pirsgirêkên ku li pêşiya beşa tenduristiyê derdikevin hatin nirxandin û çareserî ji bo wan hatin pêşniyarkirin.

Dûre desteyê bi daxuyaniyekê plansaziya sala bê eşkere kir. Hevserokê desteyê Ciwan Mistefa dauxyanî xwend.

Li gorî dauxyaniyê plansaziya desteyê ya sala 2023`ê wiha ye:

Divê hemû rêxistinên di qada mirovî de kar dikin di mijara danûstandina bi dosyayên mirovî û tenduristî re bê alî bin nexasim WHO`yê.

Avakirina nivîsgehên çavdêriya fenî û tenduristî ji bo şopandina xebatên hemû saziyên tenduristiyê.

Ji bo peydakirina xwînê, avakirina navendên taybet.

Vekirina nexweşxaneya zarokanînê li Tebqayê.

Amadekirina nexweşxaneya giştî ya Kobanê bi kapasîteya 220 nivînan.

Amadekirina kilînkeke giştî li Kobanê.

Amadekirina navendekê ji bo qestere li Minbicê.

Amadekirina navendeke radyografî û fîlmê magnetî (magnetic resonance imaging) li Minbicê.

Avakirina nexweşxaneyeke pirsporê nexweşiyên poz, çav û qirikê li Qamişlo.

/ar/uploads/files/2023/01/09/152950_khlal-ajtmaaha-alsnwy-hyeh-alshh-tlan-an-13mshrwa-wtkshf-an-almawqat-28629.webp

Temamkirina avakirina nexweşxaneya gel û dest bi amadekirina nexweşxaneya zarokan û zarokanînê li Qamişlo were kirin.

Vekirina nexweşxaneya El Kesrat li Dêrazorê.

Amadekirina cîhazê Mamografî (mammography tu detect cancer) li Reqayê.

Di dawiya encamnameyê de desteyê bang li bidawîkirina dorpêça li ser kantona Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, derbaskirina alîkarî û dermanan kir. Her wiha bang li WHO`yê kir ku pêşkêşkirina alîkariyan ji nakokiyên siyasî dûr bixe.

(dm)

ANHA