​​​​​​​Komîteya Şilêr a Parastina Zarokan sersala kurdî da nasandin

Komîteya Şilêr a Parastina Zarokan, ji bo nasandina sersala kurdî ku 13`ê Çileyê ye, belavok belav kir.

​​​​​​​Komîteya Şilêr a Parastina Zarokan sersala kurdî da nasandin
9 ÇILE, 2023   15:27
QAMIŞLO

Hemleya komîteyê ji pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê dest pê kir. Komîteyê  derdora 2 hezar belavok li şêniyan belav kir.

Komîte ji vê hemleyê armanc dike ku çand û kevneşopiyên kurdan biparêze. Di belavokan de ku ji aliyê zarokan ve hatiye belavkirin, hatiye şîrovekirin ku sersala kurdî salnameya romayê esas digire.

/ar/uploads/files/2023/01/09/140438_abr-mnashyr-wmlsqat..-ljnh-shlyr-tarf-alahaly-fy-qamshlw-bras-alsnh-alkrdyh-almsadfh-ld98013-kanwn-althany-28129.webp

Di belavokê de tê destnîşankirin ku kesayeta Santa Claus di sersala kurdî de nîne. Lê belê zarok cilûbergên cuda li xwe dikin, li hev kom dibin û serdana malan dikin da ku diyariyan bibin. Zarok di wan ayînan de, van gotinan dibêjin:

"Serê salê binê salê xwedê zarokekî bide malê, qerqûş merqûş xwedê zarokekî têxe dergûş, serê salê binê salê xwedê azadiyê têxe malê".

Zarok û komîteyê di nava kolanên Qamişlo û sûka navendî de belavok li şênî û dikanan belav kirin.

(şx)

ANHA