Li Qamişlo û Dêrazorê şehîdên komkujiyên Parîsê hatin bibîranîn

Jinan li Dêrazorê, malbatên şehîdan li Qamişlo şehîdên komkujiyên Parîsê bi bîr anîn û soza berdewamkirina rêya wan heta pêkanîna armancên wan da.

Li Qamişlo û Dêrazorê şehîdên komkujiyên Parîsê hatin bibîranîn
Li Qamişlo û Dêrazorê şehîdên komkujiyên Parîsê hatin bibîranîn
Li Qamişlo û Dêrazorê şehîdên komkujiyên Parîsê hatin bibîranîn
Li Qamişlo û Dêrazorê şehîdên komkujiyên Parîsê hatin bibîranîn
Li Qamişlo û Dêrazorê şehîdên komkujiyên Parîsê hatin bibîranîn
Li Qamişlo û Dêrazorê şehîdên komkujiyên Parîsê hatin bibîranîn
Li Qamişlo û Dêrazorê şehîdên komkujiyên Parîsê hatin bibîranîn
9 ÇILE, 2023   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê çalakiyên cuda li herêmê hatin lidarxistin.

DÊRAZOR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OnPrw2LySt8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya rojhilatê Dêrazorê bi lidarxistina merasîmekê her sê şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê bi bîr anîn. Di merasîmê de nûnerên saziyên jinan, endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê beşdar bûn.

Di merasîmê de endama Rêveberiya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya herêma Cezra Lîna El Ewad axivî û behsa têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz kir.

Her wiha endama Desteya Rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Dêrazorê Şehrazad El Casim axivî û soza berdewamkirina têkoşînê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker da.

Di heman çarçoveyê de Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Hecîn ê rojhilatê Dêrazorê bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl, endamên Komîteya Werzîş û Ciwanan merasîmek li dar xist.

Di merasîmê de endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê Rîm El Rewam axivî û şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn.

Rîm destnîşan kir ku Sakîna Cansiz keça Dersîmê li hember pergala faşîst li ber xwe da. Rîm diyar kir ku bi hezaran kes li Dersîmê di sala 1938`an de di komkujiyên dewleta Tirk de şehîd bûne.

Di dawiya merasîmê de mûm li ber wesîqeyên şehadeta her sê şehîdan ji aliyê Rîm ve hate pêxistin.

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo merasîma bîranîna şehîdên komkujiyên Parîsê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li dar xist. Bi dehan şêniyên bajêr, endamên Meclisa Malbetên Şehîdan, endamên TEV-DEM û PYD`ê lê hazir bûn.

Wêneyên şehîdên komkujiyên Parîsê ya yekemîn û duyemîn, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehêdan li hola navendê daliqandin û mûm li pêşiya wêneyên şehîdan vêxistin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Hêvî El Seyid axivî û pesna rola jinan ya dîrokî da û got: "Bi pêşengiya jina azad ku bû jêdera îlhamê û çêkera destanên lehengiyê ûş qehremaniyê, ev şoreş heta niha bi saya fedakariyên wan şehîdan li dar e."

Hêvî bal kişand ser komkujiya Parîsê ya duyemîn û got: “Di salvegera 10`emîn a komkujiya Parîs a yekemîn de, dewleta Tirk komkujiyeke din li dijî têkoşeran pêk anî û senaryoya sala 2013`an dubare kir. Em soz didin tevahî şehîdan ku tê bikoşin û li ber xwe bidin heta ku li hember êrişên dewletas Tirk ku Kurdan dike hedef, bi ser bikevin.”

Di dawiya merasîman de sînefizyonek li ser jiyana Sakîne Cansiz hate pêşandan û siloganên " Jin, Jiyan, Azadî'' hatin berz kirin.

(dm)

ANHA