Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi lidarxistina xwepêşandanan şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn a bi bîr anîn, banga eşkerekirina sûcdarên wê kirin û soza tolhildanê da.

9 ÇILE, 2023   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Di salvegera 10'emîn a komkujiya Parîsê ya yekemîn de, şêniyên bajarên Kobanê, Minbic, Tebqa û Helebê bi xwepêşandanan komkujiyên Yekemîn û Duyemîn ên Parîsê şermezar kirin.

KOBANÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YnbiUNBK0tc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Xwepêşandana bi dirûşma "Bi ruhê Sakîne û Evînê em dê hesab ji kujeran bipirsin” bi beşdariya bi hezaran şêniyên Herêma Firatê ji qada Jina Azad dest pê kiriye li çerxerêya El Selam a li nêzî deriyê sînor ê Mirşd Pinarê rawestiya.

Xwepêşanderan wêneyên şehîdên komkujiyên Yekemîn û Duyemîn ên Parîsê hildan, sloganên “Mirin ji faşîzman re”, “Soza me tolhildan e” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Li wir, endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Zozan Bekir axivî şdestnîşan kir ku ew dê li hember her kesî li ber xwe bidin ku hewl didin îradeya wan têk bibin û dê tola şehîdên xwe hilînin.

Zozan diyar kir ku bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan li hember hemû komkujiyan sekinîn û êdî dem dema azadiyê ye û dê şopdarên rêya Sakîne û hevalên wê bin.

Zozan destnîşan kir ku jinên Kurdistanê bi saya şehîdên têkoşer di setî de Sakîne Cansiz bendên tirsê qetandine, li dawiyê jî bang li hikûmeta Firansayê kir ku komkujiyên li dijî Kurdan ên li Firansayê pêk tên rawestîne.

Xwepêşandan bi berzkirina siloganên "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

MINBIC

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FmDoaTvazME" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Şêniyên Minbicê, endamên saziyên jinan û Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ji bo bîranîna şehîdên komkujiyên Yekemîn û Duyemîn ên Parîsê û şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê, xwepêşandan li dar xist.

Di xwepêşandanê de pankartên "Em bang li hikûmeta Firansayê û rêxistinên hiqûqî dikin ku kujerên çalakvan û siyasetmedaran li Parîsê eşkere bikin", wêneyên rêber Ocalan û şehîdên komkujiyên Parîsê hatin hildan.

Xwepêşandan ji çerxerêya Mîzan dest pê kir û ber bi çerxerêya Masab a bi rê ket.

Li wir, endama Mala Jinan a xeta Farat Emîne El Cerah axivî û şehîdên komkujiyên Yekemîn û Duyemîn ên Parîsê bi bîr anîn û destnîşan kir ku şehîd Sakîne Cansiz roleke mezin di dîroka têkoşîna jinan a ji bo azadiyê de lîstiye û soza şopandina rêya wan da.

Her wiha, hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya Minbicê Ehmed El Cemîlî got: "Em bi yekrêziyekê li hember hemû komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çar parçeyên Kurdistanê disekinin, her wiha em bang li hikûmeta Firansayê dikin ku sûcdarên komkijiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê eşkere bike.

TEBQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jeI2y9s7Pwg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li Tebqayê jî Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya xwepêşandanek li dar xist, tê de şêniyên bajêr beşdar bûn.

Xwepêşandan ji pêşiya parka Şehîd Hevrîn Xelef dest pê kir û ber bi navenda nivîsgehê ya navenda bajêr ve bi rê ket. Xwepêşandêran pankartên "Em ê li ser şopa şehîdan şer bikin û tola jinan hilînin" û "Hedefgirtina şehîdan hedefgirtina rastiya jinan e" hildan.

Her wiha, şêwirmenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Eylem Mihemed wiha axivî: “Şehîd Sakîne Cansiz û hevalên wê ji bo rizgarkirina jinan ji zilm û zordestiyê tê koşiyan. Divê em jî ji bo eşkerekirina sûcdarên komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê dengê xwe bilind bikin.”

HELEB

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, bi sedan jin, endam û nûnerên partiyan û saziyên sivîl li ser bangewaziya Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan daketin qadan û komkujiyên Yekemîn û Duyemîn ên Parîsê şermezar kirin.

Di xwepêşandanê de, beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şehîdên her du komkujiyan, pankartên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Na ji tundiya li dijî jinan” û “Berxwedana gelan komployê tune dike” hildan.

Xwepêşandan ji pêşiya jêrzemîna Yasîn a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir. Xepêşandêran sloganên “Sara, Rojbîn, Ronahî”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bemire dewleta Tirk a faşîst” berz kirin.

Xwepêşandan li qada Cibênat a li rojhilatê taxê rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de bi navê Kongra Star Suda Hesen axivî û bêdengiya Fransa li hember komkujiyên ku dewleta Tirk li ser axa wê pêk tîne, şermezar kir. Suad destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya îstîxbarata xwe li dewletên Ewropayê jinan dike hedef lê ew dewlet bêdeng in.

Suad soza tolhildana şehîdan da.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Elya Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk ji hedefgirtina Sakîna Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan armanc kir ku fikr û idoelojiya rizgariya jinan têk bibe ji ber ku ji kesayeta jina azad a ku zihniyeta dewleta desthilatdar red dike, ditirse.

(mh)

ANHA