Dîlekî filistînî piştî 40 salan hat berdan

Piştî ku 40 sal di girtîgehê de derbas kir, Îsraîlê dîlgirtiyê filistînî yê bi navê Kerîm Yûnis serbest berda.

Dîlekî filistînî piştî 40 salan hat berdan
5 ÇILE, 2023   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê dîlgirtiyê herî kevn ê filistînî Kerîm Yûnis serbest berda. Hêzên Îsraîlê ew danî rawestgeheke otobusan, piştre xelkê ew nas kir û li malbata wî geriyan.

Desteya Dîlgirtiyan a Filistînê got ku desthilata Îsraîlê Kerîm Yûnis ji nişka ve berda, ew bi tenê li herêma Reînanayê hişt, bêyî ku agahiyê bide malbata wî. Desteyê diyar kir ku Îsraîlê ev kiriye da ku bi girseyî neyê pêşwazîkirin.

Kerîm Yûnis 6`ê Çileya 1983`yan ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatibû girtin û cezayê muebbedê lê hatibû birîn. Piştre cezayê wî daxistin 40 salan.

(cx)