​​​​​​​Serhildana li Rojhilat û Îranê: Grev zêde dibin

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêla girtina çalakvanan dewam dike. Li girtîgeha bajarê Kerecê girtiyan dest bi grevê kir.

​​​​​​​Serhildana li Rojhilat û Îranê: Grev zêde dibin
5 ÇILE, 2023   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê duh gelek çalakvanên jin kom bûn û li dijî desthilatê dirûşm avêtin û piştgirî da xwepêşandêran.

Li bajarê Ciwanro ku nêzî hefteyekê di bin serweriya leşkerî de ye, serdegirtina malan û girtina çalakvanan dewam dike. Gelek kes hatine girtin û li kolanan gelek hêzên leşkerî hatine bicihkirin.

Her wiha li bajarê Semîrom ê Esfehanê ku rojên borî xwepêşandan lê pêk hat, hêzên leşkerî lê hatine bicihkirin û pêla girtina çalakvanan berdewam e.

LI GIRTÎGEHÊ GREVÊ DEST PÊ KIR

Li Girtîgeha Keçûyî ya bajarê Kerecê 15 jinên çalakvan ku di dema xwepêşandanan de hatibûn girtin, li dijî dewamkirna girtin û nêzîkbûna hêzên dewletê dest bi grevê kirine.

Li gorî Komîsyona Şopandina Rewşa Kesên Hatine Girtin, ji destpêka serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ve 16 çalakvanan di dema girtinê de û di encama îşkence û nedermankirina birîna wan de jiyana xwe ji dest daye.

Rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî di civîneke li gel hin jinên alîgirên rejîma xwe de got mijara hîcaba îslamî pêwîstiyeke rewa ye û ew ji wê yekê paşde gavê naavêjin.