​​​​​​​'Êrişên dewleta Tirk DAIŞ′ê zindî dikin′

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê hişyarî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker da ku DAIŞ′ê li herêmê zêde dikin û got "Em jinên Reqayê dê li hember DAIŞ′ê û dewleta Tirk a dagirker bisekinin û pêşî li dubarebûna qirkirina jinan û gelê herêmê bigirin."

​​​​​​​'Êrişên dewleta Tirk DAIŞ′ê zindî dikin′
5 ÇILE, 2023   06:24
REQA - ALA EL ELÎ

Çeteyên DAIŞ`ê di van demên dawîn de, hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, êrişên xwe li dijî Reqa û herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.

Li ser vê yekê endama Desteya Rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya Nesrîn El Hesen diyar kir ku êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser Reqayê komployeke plankirî ne û êrişên dewleta Tirk û çeteyan destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet ên jinan, dikin hedef.

Nesrînê bal kişand ser êrişan ji bo hedefgirtina vîna jinan û gelê herêmê û wiha got: "Em ê li hember DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker bisekinin û dê dengê xwe li hember wan bilind bikin û nahêlin sûcên wan dubare bibin. Her wiha destkeftiyên jinan di Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi dest xistine, ji hemû jinên cîhanê re mînak in û divê ew destkeftî ji gef û êrişan werin parastin."

Li aliyekî din jî endama rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya Itîmad El Ehmed wiha got: "Di 5 salan de anku ji dema rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ′ê ve, me xwe ji zîhniyeta DAIŞ′ê rizgar kir û me kedên mezin dan da ku jinan ji wê zîhniyetê rizgar bikin."

Itîmad li ser hewlên dewleta Tirk a dagirker ên vejandina DAIŞ′ê li herêmê wiha domand: "Careke din rêxistinên terorîst û dewleta Tirk a dagirker êrişî destkeftiyên jinan û serkeftinên wan dikin. Ev yek asta metirsiya wan ji jinan dide xuyakirin. Ew yek di hedefgirtina fermandar û pêşengên Şoreşa 19′ê Tîrmehê de eşkere bû."

Itîmad wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em jin li dijî dagirkerî û rêxistinên terorî xwedî helwest û bertek bin. Ew yek jî bi bilindkirina têkoşînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê pêkan e."

ANHA