Gelo însiyatîfa nû wê çareseriyê ji Lîbyayê re bîne?

Li Lîbyayê ji bo çareserkirina nakokiyên siyasî li welêt însiyatîfeke din hatiye pêşkêşkirin. Gelo ev însiyatîf dikare ji aloziyê re bibe çareserî an jî dê wek însiyatîfên berî xwe be?

Gelo însiyatîfa nû wê çareseriyê ji Lîbyayê re bîne?
5 ÇILE, 2023   06:21
QAHÎRE – MUSIN EL MESRÎ

Meclisa Seroketiyê ya Lîbyayê di çend saetên dawîn de, însiyatîfa ku berî çend hefteyan ji bo çareserkirina aloziya li Lîbyayê û di wê çarçoveyê de banga lidarxistina civîneke sêalî bi Parlamento û Meclisa Dewletê re kiriye, dîsa dubare kir.

Meclisa Bilind a Dewletê ku bi seroketiya yek ji rêveberên girêdayî Îxwan El Muslimîn Xalid El Mişrî ye, însiyatîfa ku Meclisa Seroketiyê ya Lîbyayê di 8'ê Kanûnê de pêşniyar kiribû red kiribû.

Çapemeniya Lîbyayê jî da zanîn ku li gorî însiyatîfê divê civîneke şêwirê di navbera Meclisa Serokatiyê, Parlamento û Meclisa Bilind a Dewletê de bi koordîneya nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NY`yê Ebdullah Patîlî, li dar keve.

Li gel aloziyeke siyasî ya mezin li welêt, nakokiya di navbera hikumetên Fethî Başaxa ku Parlamento erkdar kiriye û hikumeta Wehda El Weteniye ya demborî bi serokatiya Ebdulhemîd El Debîbe ku qebûl nake desthilatê radest bike de, ev însiyatîf hate pêşkêşkirin.

Li gorî çavdêran, însiyatîf ewqas ne girîng e û hewldaneke Meclisa Serokatiyê ye ku bêje “ez heme” û xwe ji hikumeta El Debîbe dûr bixe.

Li aliyekî din gelek pisporan diyar kir ku ev însiyatîf, hewldanek ji bo qezenckirina demê ye ji aliyê gelek tevgeran ve di serî de Îxwanan ku ji berjewendiyên wê ye hilbijartin bên derengxistin û alozî berdewam bike.

WINDAKIRINA DEMÊ

Der barê vê mijarê de, lêkolerê siyasî yê lîbyayî Ehmed El Tehamî piştgiriya xwe ji hemû însiyatîfên çareserkirina krîzên Lîbyayê re nîşan da lê bi şertê ku ew însiyatîf cidî bin û Lîbyayê ber bi hilbijartinên nû ve bibin.

El Tehamî ji ajansa me re got: "Ez hemû însiyatîfên ku me ber bi hilbijartinan ve dibin, baş dibînim, eger 2 hikumet hebin jî ne pirsgirêk e. Lê bi nêrîna min, ev însiyatîf dê bi bin keve."

El Tehamî destnîşan kir ku ev însiyatîf ji bo ji nû ve birêxistinkirina rolên aliyên girêdayî Îxwanan e, çi hikûmeta El Debîbe be çi jî Meclisa Dewletê be.

KÛRBÛNA ALOZIYÊ

El Tehamî sedema ku ji ber wê pêşbîn dike însiytîf bi bin keve wiha şîrove kir: “Ji ber ku aliyê ji dest daye, di aliyê stratejîk de, Lîbyayê kontrol dike û got: “Meclisa Dewletê di vir de mebest rêxistina Ixwanan, tu vebijêrk li pêşiya wê tune ye ku tenê wextê xerc bike. Her wiha tu ferq tune ye heke her du hikumet tevlê kirin yan jî nehatin tevlêkirin.”

Nivîskarê lîbyayî diyar kir ku çarenûsa însiyatîfê, binkeftin e û hêviyên lîbyayiyan pêk nayne û diyar kir ku ji ber ku serkeftina wê tê wateya bidawîbûna kontrola Îxwan Muslimîn û partiyên kêmneteweyan li ser wezareta darayî û banka navendî ya Lîbyayê û wiha anî ziman: “Serkeftina însiyatîfê, tê wateya qutkirina Trablusê ji welêt. Kêmneteweyên îslamî ji vê yekê ditirsin ji ber wê, dixwazin hegemoya xwe ya li ser Trablusê berdewam bikin. Lidarxistina hilbijartinan dê ev rewşa demkî bi dawî bike. Lê ew naxwazin di vir de ji dest bidin û baş dizanin ku xelk ji wan hez nakin û dê neyên hilbijartin. Ew vê baş dizanin ji ber wê hilbijartinan dereng dixin.”

HILBIJARTIN ÇARESERÎ YE

Lêkolîner û pirsporê kar û barên lîbyayî yê ji Misirê Ela Farûq got însiyatîfa Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê gelek dereng maye û îşaret pê kir ku ew hewldaneke meclisê ye ku bêje “va ez heme”.

Farûq wiha domand: “Civata navneteweyî û nûnerê navneteweyî vê dawiyê rê da meclisê ku fişarê li parlamento û meclisa dewletê bike da ku li hev bicivin. Ev jî di hevdîtinên vê dawiyê de yên di navbera serokê parlamentoyê Eqîle Salih û serokê Meclisa Dewletê Xalid El Mirşî de diyar bû.”

Li gorî Farûq Meclisa Serokatiyê hewl dide ku bi rêya destpêkirina têkiliyan bi meclisa dewletê û parlamentoyê re, xwe ji hikumeta El Debîbe dûr bixe. Farûq ev li gotinên xwe zêde kir: “Meclis dixwaze xwe ji wê hikumetê dûr bixe da ku hebûna xwe biparêze, heke ku El Mirşî û Salih li hev bikin û guhertineke bingehîn di desthilatê de çêkin.”

 Bi nêrîna Farûq pêwîstiya aloziya Lîbyayê bi însiyatîfan tune ye, lê belê pêwîstiya wê ku bilez madeya destûrê ya têkildarî hilbijartinan were guhertin ku dê li gorî wê hilbijartinên serokatiyê û parlamento li dar kevin û wiha pê de çû: “Hilbijartinên serokatiyê û parlamento çareseriya yekane ya aloziya welêt e û da ku ji hêzên heyî xilas bibin ku rewabûn û dema xwe li gorî lihevkirina Cinêvê yan jî lihevkirinên din ji dest daye.”

Ela Farûq di dawiyê de destnîşan kir ku hilbijartin tenê rewabûnê dide û însiyatîfa yekane ye ku dê bi ser keve heke niyetên durist û gavên pratîk a rastîn hebin da ku madeya destûrê ya têkildarî hilbijartinan bê guhertin.

(mh-şx)

ANHA