YPJ’ê şehadeta şervanekê ragihand

YPJ’ê daxuyand ku şervana wan Hela Serêkaniyê di 1’ê Çileyê de dema li ser erka xwe bûye, şehîd bûye.

YPJ’ê şehadeta şervanekê ragihand
5 ÇILE, 2023   07:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku şervana wan Hela Serêkaniyê (Ebîr Fayiz) şehîd bûye.

Daxuyanî wiha ye:

“Em di serî de ji malbata hevrêya xwe Ebîr Fayiz bi nasnav Hela Serêkaniyê û ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Hevrê Hela wek jineke ciwan a Ereb ji navçeya Serêkaniyê ku her roj di bin topbarana dewleta Tirk de ye, beşdarî nava refên azadiyê dibe. Hevrê Hela bi rihê yekitiya gelan a ku azadiya civakan mîsoger dike, bi peywirên xwe yê demê radibe û dibe sozdara azadiya gelê xwe.

Hevrê Hela di demeke kurt de fêrî jiyana şoregerî dibe û bi sekna xwe ye mîlîtan ve di nava hevrêyên xwe de dibe xwedî cihekî diyar. Şoreşa ku li ser axa Rojava destpêkir, di kesayetên weke hevrê Hela de berpirsiyartiyên jiyana netewe demokratîk careke din şênber dike. Hemû taybetmendiyên milîtantiya jin di şexsê hevrê Hela de têşe girtibû. Di demeke kûrt de hem di warê birdozî û hem jî di warê leşkerî de pêşketinên berbiçav çêkir. Bi jîr bûna xwe ye di warê leşkerî de hertim di eniyên pêş de cihê xwe girt. Weke jineke ciwan a Ereb jî di birdoziya rizgariya azadiya jinê de xwedî sekneke xûrt bû. Germahî û kelacana ciwaniya xwe di her kêliya jiyanê de diteyisand. Di nava jiyanê de bi rihê berpirsyartiya jin a ku dibe jiyan û azadiyê tîne, nêzî erkên şoreşê dibû. Li hemberî zor û zehmetiyên heyî xwedî çareseriyên afrîner bû.  Di hemû erkên xwe de sozdariya xwe ye mezin a ji bo parastina gelê xwe nîşan dida. Bi vê rihê berz û pîroz li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk sondxwariya parastina welat,ax û gelê xwe bû û bi vê armancê jî di eniyan de cihê xwe digirt.

Hevrê Hela dema ku li ser erka xwe bû, di 1’ê Çilleya 2023’yan de gihaşt asta şahadetê. Hevrê Hela Serêkaniyê bi sekna xwe ye wêrek û bi kesayata xwe ye pêşeng rêya me ronî kir. Em jî wek hevrêyên şehîd Hela, şopdarê vê bîr û baweriya şehîdên doza azadiyê ne ku em ê tu caran tola şehîdên xwe li erdê nehêlin.

Pêkanîna her xeyaleke hevalên şehîd, îdîa û biryardariya me ye jiyana azad xurt dike. Wê doza me bi sozdariya ji şehîdan re bigihêje serkeftinê.”

NASNAMEYA ŞEHÎDÊ

Nasnav: Hela Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Ebîr Fayiz

Navê dayik: Şemsa

Navê bav: Fayiz

Cihê jidayikbûnê: Zirgan

Cih û dîroka şehadetê: 01.01.2023, Herêma Firatê.