​​​​​​​Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hişyarî da: Ger dorpêç bidome dê wefat zêdetir bibin

Endamê rêveber ê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mirî El Şiblî hişyarî da ku eger dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê dewam bike, dê wefat zêdetir bibin.

​​​​​​​Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hişyarî da: Ger dorpêç bidome dê wefat zêdetir bibin
5 ÇILE, 2023   04:33
HELEB - NESRÎN ŞÊXO

Ji ber dorpêça ku Firqeya 4′an a hikumeta Şamê daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku nahêle sotemenî û derman jî derbas bibin, 2 zarokan jiyana xwe ji dest da (zarokekî 4 salî û yeke 17 rojî).

Li gorî raporên tibî, bebikê bi navê Hisên Ebdullah Kîbar û Wîsam Sîdo di encama sermayê de jiyana xwe ji dest daye.

Têkildarî mijarê, endamê rêveber ê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mirî El Şiblî got: "Li her du taxan, ji ber dorpêça Firqeya 4′an bandor li hemû warên jiyanê bûye û şênî di nava şert û mercên zehmet de ne. Herî dawî jî li gorî raporên tibî zarokek û bebikek ji ber sermayê wefat kir. Ger dorpêç dewam bike dê wefat zêdetir bibin."

El Şiblî destnîşan kir ku Firqeya 4′an li pêşiya çavê hemû aliyên têkildar nahêle sotemenî, derman û pêdiviyên jiyanê derbasî herêmê bibin.

JIYANA BI HEZARAN KESÎ DI XETEREYÊ DE YE

Mirî El Şiblî bang li aliyên têkildar kir ku zextê li Firqeya 4′an bikin da ku dawî li dorpêçê bîne û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Heta niha em bang dikin ku dorpêça ku gefê li jiyana bi hezaran kesî dixwe, bi dawî bibe lê tu kesî bangên me nebersivandine."

(fr)

ANHA