‘Li Afganîstanê dijî jinan êrîşek bîrdozî heye’

Endama Akademiya Jineolojî Rohilat Arif destnîşan kir li hemberî jinên Afganîstanê êrîşek bîrdozî heye, lê zîhniyeta desthilatî û zilamsalariyê nikare vîna jinan têk bibe.

‘Li Afganîstanê dijî jinan êrîşek bîrdozî heye’
4 ÇILE, 2023   23:43
QAMIŞLO - HÊLÎN EYLÛL

Endama Akademiya Jineolojî Rohilat Arif li ser rewşa jinên Afganistanê û zextên li ser wan tên meşandin, ji ajansa me ra axivî.

Rohilat Arif bal kişand ku pergala îro li Afganîstanê tê meşandin pergala hêzên hêgomanîk e û guhertinên ji salên 1990’an ve ji aliyê hêzên serdest ve tên meşandin, bi armanca dizaynkirina civakan e.

Rohilat Arif da zanîn ku ev zihniyeta desthilatdar sîstema netew-dewlet û dogmatîzma di bin navê Îslamiyetê de kûrtir dike. Rohilat anî ziman ku tişta îro li Afganîstanê tê jiyankirin jî ev e, bi taybet zor li jinan tê kirin û wiha dom kir: “Jin li Afganîstanê di bin zext û zorê de dijîn, jiyan ji bo jinê hatiye qedexekirin.”

Rohilat destnîşan kir ku zîhînyerta ku netew-dewlet ava kiriye, zîhniyeta zilamsalarî ye, lewma jinê hedef digire,  ji pêşketina jinê ditirse, ji ber wê jî li her derê listokên xwe yên qirêj û faşîst didomîne.

Rohilat da zanîn ku Taliban ji hêza jinê ditirse, lewma hemû qadên jiyanê ji jinê re qedexe dike û got: “Mafê herî xwezayî yê mirovan xwendin e, lê niha li Afganîstanê dibisdtan, zanîngeh, navendên perwerdeyê  û xebatên jinan ên di nava saziyên civaka sîvîl de ji jinan re hatine qedexekirin. Armanca Taliban û hêzên desthilatdar ew e ku  civakê bê zanist, bê nakokî û bê îrade bihêlin  û bi vê  rêbaze jî pergala xwe bidin domandin.”

Rohilat diyar kir ku tişta îro li Afganîstanê diqewime êrîşek bîrdozî ye û wiha dom kir: “Di sedsala ku fikra jinê li hemû deverên cîhanê pêş dikeve de, êrîşên bi vî rengî dibin êrîşên dijî fikra jinê. Jin li Rojhılata Navîn her  ku diçe pêş dikevê û têkoşîna xwe dibe meşandin. Ji ber wê jî hêzên desthilatdar ji bo jinan bêdeng bikin, hemû rêbazên qirêj didin meşandin.”

Endama Akademiya Jîneolojî Rohilat Arif diyar kir ku tu êrîş nikarin vîna jinan bişikînin, jinên li tevahî cîhanê êdî gihiştinê fikrêkê û berxwedana jinên Kurd jî ji bo tevahî jinan bûye îlhamek. Rohilat Arif, anî ziman ku ji Afganîstanê heta Îranê jin bi yek fikir û rihê niha li qadan  berxwedanî dikin; li Afganîstanê di taxan de rêxistina xwe çêdikin, perwerdê dibînin û fikrên xwe balav diken.

 Rohilatê di dawiya axaftina xwe de got ku ew jî weke jinên Kurd piştgiriyê didin berxwedana jinên Afganîstanê.

ANHA