Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrişeke bêbext şehîd bû

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand roja 2’yê Çile li navçeya Tilezêr a Şengalê di encama suîqesteke bêbext a bi destê dewleta Tirk û PDK’ê de şoreşger û rewşenbîr Menal Mêrdîn şehîd bû. Rêveberiyê banga hesabpirsînê ji êrişkeran kir.

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrişeke bêbext şehîd bû
4 ÇILE, 2023   19:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî şehîdxistina Menal Mêrdîn daxuyaniyek da û tê de got: “Di destpêka sala nû de, di 2’yê Çileya 2023’an de li navçeya Tilezêr a Şengalê bi destê dewleta Tirk û PDK’ê êrişeke nû ya bêbext hate kirin û hevalê me Menal Mêrdîn di encama suîqastekî de hate şehîdkirin.

Dewleta Tirk a dagirker û PDK ji bo rê li ber vegera gel bigirin her carê êriş kirine. Weke tê zanîn di demen dawî de vegera li ser cih û warê xwe berdewam e, herî dawî nêzî 100 malbatan ji Serdeştê vegeriyan Tilezêrê. Li ku derê vegera gel çêbe yekser dewleta Tirk û PDK êrişê wê cihê dikin. Ev êrişa dawî jî li Tilezêrê çêbûye, dijminên civaka Êzidî bi van êrişan dixwazin rê li ber vegera gel bigirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê di serî de li Silêmaniyê li gelek deverên Başûrê Kurdistanê jî êrişên bi vî rengî dike. Herî dawî di 4’ê Cotmeha 2022’an de jina pêşeng a şoreşger Nagîhan Akarsel bi hevkariya MÎT û PDK’ê li Silêmaniyê hate şehîdxistin. Her wiha, di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê Evîn Botan, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin şehîdxistin. Ev hemû êriş ji yek navendê têne meşandin, suîqasta li dijî hevalê Menal Mêrdîn jî xelekek ji van êrişan e.

Em ji dewleta Tirk a dagirker û PDK’a xiyanetkar re careke din dibêjin, hûn çi bikin jî nikarin îradeya me ya bişkînin. Em dê hesabê fermanê ji wan bipirsin. Em dê hesabê şehîdxistina hevalê Menal ji wan bipirsin. Em dizanin, dewleta Tirk û PDK dixwazin Şengalê dorpêç bikin, civaka Êzidî ji dostên wê qut bikin. Lê ew çi bikin jî nikarin di vê siyaseta xwe ya qirêj de biserkevin. Civaka Êzidî dostên xwe jî baş nas dike, dijminên xwe jî.  Em dibêjin, çawa ku dost û xêrxwazên civaka Êzidî xwedî li Şengalê derketin, em dê jî xwedî li keda wan derkevin. Weke Rêveberiya Xweser a Şengalê em sersaxî ji malbata hevalê Menal, ji nas û dostên wî re jî dixwazin.

Em bang li hemû gelê xwe jî dikin ku li hemberî van êrişan xwedî sekn û helwesteke xurt be. Weke her carî li hemberî van êrişan berteka xwe di asta herî bilind de nîşan bide.  Çawa ku şoreşgerekî mezin ê weke hevalê Menal di rojên teng û zehmet de ji bo xizmeta civaka Êzidî berê xwe da Şengalê û di vê oxirê de şehîd bû, îro jî erk û berpirsyariya me ye em xwedî li keda hemû şehîdan derkevin û ji dijminên xwe hesabê van êrişan bixwazin.

Ji bo sekn û helwesta xwe ya li hemberî van êrişan nîşan bidin, em dê sibe 05.02.2023`yan meşeke girseyî lidarbixin. Meş wê saet di 13:30’an de li ber Meclisa Gel a Tilezêrê dest pê bike û li ber çarxerêya 14’ê Tebaxê xilas be. Em di serî de gelê xwe yê Tilezêrê, bang li hemû gele xwe dikin ku ji bo hesabê van êrişên qirkirinê bixwazin tev li meşê bibin.”