ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-1-2023`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-1-2023`YAN
4 ÇILE, 2023   23:00

Şêniyên Hesekê sersaxî didin malbata şehîd Hele Ebû Rasên saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên  Şehîdan a Qamişlo bi merasîmekê şehîdên ku di meha Çile de şehîd bûne li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi bîr tîne saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Ciwan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û ji bo piştgiriya QSD`ê li navçeya Çelebiyê ya kantona Kobanê xwepêşandanek li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Ciwan  û Werzîşê ya Minbicê, têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan komxebateke diyalogê li stada Şeşgoşeyî ya bajêr li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyê Fîras Qesas destnîşan kir ku civîna sêalî ya wezîrên parastinê yên Tirkiye, Rûsya û hikumeta Şamê, li dijî azadiya gelê Sûriyê ye û hewldaneke xeternak ji bo jiholêrakirina vîna sûriyan e. Qesas got ev nêzîkbûn, firsendekê ji bo avakirina eniyeke şoreşgerî ya li gorî nirxên Rêveberiya Xweser çêdike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê rêveber ê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mirî El Şiblî hişyarî da ku eger dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê dewam bike, dê wefat zêdetir bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevkê Meclisa Rûspiyan a Minbicê piştgiriya xwe bi berxwedana Rêveberiya Xweser û QSD`ê re li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê nîşan da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên eşîrên El Hol bang li şêniyên herêmê kir ku piştgiriyê bidin QSD'ê û kesên bi guman ku têkiliyên wan bi çeteyên DAIŞ'ê re heye, agahdar bikin. Her wiha wan piştrast kir ku ev operasyon bandorên wê yên erênî li ser herêmê hene. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hunermendên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê Komkujiya Parîsê ya Duyemîn şermezar kir û wek hewldaneke nû ya tunekirina gelê Kurd nirxand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê hişyarî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker da ku DAIŞ′ê li herêmê zêde dikin û got "Em jinên Reqayê dê li hember DAIŞ′ê û dewleta Tirk a dagirker bisekinin û pêşî li dubarebûna qirkirina jinan û gelê herêmê bigirin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

Li başûrê Sûriyê û gelek herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, ji ber rewşên jiyanî û aborî yên ‎xirab, xwepêşandan li dar ketin. Gelo ev rewş wê bibe sedem ku gel li dijî siyaseta hikumeta Şamê serî hilde?‎

JIN

Endama Akademiya Jineolojî Rohilat Arif destnîşan kir li hemberî jinên Afganîstanê êrîşek bîrdozî heye, lê zîhniyeta desthilatî û zilamsalariyê nikare vîna jinan têk bibe.

CÎHAN

Li Lîbyayê ji bo çareserkirina nakokiyên siyasî li welêt însiyatîfeke din hatiye pêşkêşkirin. Gelo ev însiyatîf dikare bi serkeve yan jî dê wek însiyatîfên berî xwe be?

ANHA