Rûspiyên eşîrên Ereb piştgirî da Operasyona Birûska Cizîrê

Rûspiyên eşîrên Hol bang li şêniyên herêmê kir ku di Operasyona Birûska Cizîrê de bi QSDʹê re hevkar bin û got, bandora wê operasyonê dê li tevahî herêmî erênî be.

Rûspiyên eşîrên Ereb piştgirî da Operasyona Birûska Cizîrê
5 ÇILE, 2023   05:31
 HESEKÊ - ARAM EHMED

Ji bo şopandina şaneyên DAIŞ`ê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 29'ê Kanûna borî de Operasyona Birûska Cizîrê (Saîqet El Cezîre) li gundewarên kantonên Hesekê û Qamişlo dest pê kir.

Di demekê de ku dewleta Tirk êriş û gefên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine, operasyon li navçeyên  Hol û Til Hemîs yên gundewarên Hesekê û Qamişlo hat ragihandin.

Rûspiyê eşîra Cibûr li  navçeya Holê, Esed El Zahir El Milhim destnîşan kir ku operasyona QSD'ê  xwedî bandorek erênî li herêmê ye û got: “Ev operasyon ji bo parastina herêmê û mîsogerkirina ewlehiyê ye.ʹʹ

El Milhim anî ziman ku ew piştgiriyê didin operasyonê ku ʹʹterorê û her kesî ku hewl dide aramî û ewlehiya herêmê têk bibe, tune bikeʹʹ.

El Milhim da zanîn ku rûspiyên eşîran piştgiriya vê operasyonê dikin û got: "Em girîngiya vê ji bo parastina herêmê baş dizaninʹʹ.

El Milhim bang li gelê herêmê kir ku piştgiriya QSD'ê û hêzên ewlekariyê bikin ʹʹDa ku komên terorîst û her kesî ku bi wan re hevkar e werin girtin.ʹʹ

Rûspiyê eşîra El Tefîhiyîn, Mihemed El Elî destnîşan kir ku ew destekê didin QSD û hêzên ewlehiyê.

El Elî spasiya QSD'ê kir û got: “Em bi hêvî ne ku ev operasyon ne tenê li Hol û Til Hemîsê be.ʹʹ

El Elî bang li şêniyên herêmê kir û got: “Divê gel bi hêzên ewlehî û leşkerî re bibe alîkar û her kesên bi guman ku têkiliyên wan bi DAIŞ'ê re hene, hêzên têkildar pê agahdar bikin.”

 (dm)

ANHA