ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-1- 2023`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-1- 2023`YAN
1 ÇILE, 2023   23:00

Hevserokê Meclisa Reveber a Tebqayê Mezlûm Omer diyar kir ku hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe dibin hevkarên êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Omer banga avakirina komîteyek navneteweyî ji bo hesabpirsîna ji dewleta Tirk kir. (Bi wêne û dîmen)

Hemdan El Ebid anî ziman ku Rûsya berpirsa girtina deriyê Til Koçer ê sînorî ye. Şêxmûs Ehmed jî ji ber bandorên girtina derî bi taybet li ser koçber û penaberan, hişyarî da. (Bi wêne û dîmen)

Malbatên dorpêçkirî yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku di encama dorpêça hikumeta Şamê de, hêvî dikin ku tav tim derkeve da ku xwe li ber germ bikin. (Bi wêne û dîmen)

ANHA