​​​​​​​ʹBêdengiya hêzên navneteweyî dikeve xizmeta dewleta Tirkʹ

Hevserokê Meclisa Reveber a Tebqayê Mezlûm Omer diyar kir ku hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe dibin hevkarên êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Omer banga avakirina komîteyek navneteweyî ji bo hesabpirsîna ji dewleta Tirk kir.

​​​​​​​ʹBêdengiya hêzên navneteweyî dikeve xizmeta dewleta Tirkʹ
2 ÇILE, 2023   04:46
TEBQA –SELAM KÊRWAN

Di nava bêdengiya navneteweyî de, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi çekên kîmyewî û qedexekirî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne.

27ʹê Kanûna 2022ʹyan, HPGʹê nasnameyên 11 gerîlayên ku 5ʹê Mijdara 2022ʹyan di êrişên kîmyewî de li Zapê şehîd bibûn, eşkere kirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Omer têkildarî mijarê axivî û destnîşan kir ku dewelta Tirk a dagirker di aliyê aborî, leşkerî û siyasî de îflas kiriye, nemaze piştî ku derbên giran li Zap, Metîna û Avaşînê xwarin. Omer got ku dewleta dagirker tevî ku çekên kîmyewî bi kar tîne jî, nikare gavekê pêş de biçe.

Mezlûm Omer anî ziman ku dewleta Tirk di nava bêdengiya hêzên navneteweyî de çekên kîmyewî li dijî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne û got: "Bêdengiya hêzên navneteweyî dikeve xizmeta dewleta Tirk. Ev bêdengî nîşan dide ku hêzên navneteweyî di qirkirin û komkujiyên li ser gelê herêmê de hevkar in."

Omer got, divê aliyên têkildarî komîteyeke pispor ava bikin ji bo hesab ji dewleta Tirk a dagirker bipirse û cihên ku bi êrişên kîmyewî hatine bombekirin, keşif bike.

Hevserokê Meclisa Reveber a Tebqayê Mezlûm Omer di dawiyê de bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku piştgiriyê bidin gerîlayan û ji bo hesab ji dewleta Tirk a dagirker were pirsîn dengê xwe bilind bikin.

ANHA