​​​​​​​'Rûsya berpirsa girtina deriyê Til Koçer e'

Hemdan El Ebid anî ziman ku Rûsya berpirsa girtina deriyê Til Koçer ê sînorî ye. Şêxmûs Ehmed jî ji ber bandorên girtina derî bi taybet li ser koçber û penaberan, hişyarî da.

​​​​​​​'Rûsya berpirsa girtina deriyê Til Koçer e'
2 ÇILE, 2023   00:20
REQA- EHMED EL ESAF

Deriyê sînor ê di navbera Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de deriyê yekane bû ku tê re alîkariyên mirovî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibûn.

Deriyê Til Koçer di sala 2020ʹan de bi vetoya Rûsya-Cînê û bi biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat girtin. Tenê deriyê Bab El Hewa yê li Idlibê di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Cebhet El Nusrayê de vekirî maye.

/kr/uploads/files/2023/01/01/172735_-.webp

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El Ebid têkildarî mijarê got, Rûsya her tim dixwaze vî deriyê mirovî veguherîne deriyekî siyasî, destekê bide hikumeta Şamê û hemû alîkariyên mirovî bi rêya Bab El Hewa derbasî Sûriyê bibin.

Hemdan El Ebid israra Rûsyayê ku dixwaze Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dorpêçkirî bimîne rexne kir û wiha domand: "Em dibînin ku hewldan hene da ku dema qedexeya li ser deriyê Til Koçerê were dirêjkirin. Diviyabû ku girtina derî di 10ʹê Çileya par de bidawî bibûya, lê em dibînin ku Rûsya bi biryara xwe ya berê ve girêdayî ye. Rûsya dixwaze ku hemû alîkariyên mirovî bi rêya rejîma Sûriyeyê derbasî hemû herêman bibin."

/kr/uploads/files/2023/01/01/172754_-.webp

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed jî da zanîn ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdora mîlyonek koçberên ji hundirê Sûriyeyê hene, her wiha kampa Holê jî heye ku Rêveberiya xweser barê wê hilgirtiye.

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku ji alîkariyên ku di deriyên di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker an jî hikumeta Şamê re derbas dibin, beşeke pir kêm dighêje Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi bîr xist ku deriyê sereke yê ji bo derbasûna alîkariyan bi vetoya Rûsya û Cînê hat girtin.

Ehmed anî ziman ku herêm ji ber kêmbûna alîkariyan û derketina rêxistinên navneteweyî ji herêmê piştî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û gef û êrişên wê yên domdar ziyan dît.

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed di dawiya axaftina xwe de hişyarî da ku berdewamkirina girtina deriyê Til Koçerê wê bandorek neyinî li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet li koçberên li kampan bike û wê xebatên rêxistinên mirovî li herêmê asteng bike.

ANHA