​​​​​​​Malbatên şehîdan li dijî êrişên kîmyewî: Vebijêrka me berxwedan e

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di encamê de 11 gerîla şehîd bûbûn, şermezar kirin û got "Vebijêrka me berxwedan e."

​​​​​​​Malbatên şehîdan li dijî êrişên kîmyewî: Vebijêrka me berxwedan e
1 ÇILE, 2023   00:43
ŞEHBA-XALID HESEN

Artêşa Tirk a dagirker ji Nîsanê ve bi çekên qedexekirî hêzên gerîla yên li Zap û Avaşînê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike hedef.

Di berxwedana gerîlayan a li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 5′ê Mijdarê de 11 gerîla şehîd bûn. Di rojên 25 û 26′ê Mijdarê de artêşa Tirk a dagirker eniyên berxwedanê yên gerîla bi bombeyên kîmyewî, balafirên şer, tank û çekên giran kirin hedef.

Têkildarî mijarê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gerîla şermezar kirin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Ehrezê Mistefa Elûş wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker çekên kîmyewî li dijî hêzên gerîlayan ên li çiyayên Zapê li pêş çav û guhên cîhanê, bi kar anîn."

Elûş wiha domand: "Êdî bes qetilkirin û xwînrijandin, êdî bes e ji êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê re."

′DEWLETA TIRK LI PÊŞ BERXWEDANA GERÎLA LAWAZ E

Li aliyekî din jî, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Fafînê ya Şehbayê Emîne Osman wiha got: "Ji ber li pêş berxwedana gerîlayan li çiyayên Kurdistanê têk çû, dewleta Tirk a dagirker hemû cureyên çekan heta kîmyewî di tunelên şer de bi kar anîn."

Emîne wiha pê de çû: "Di bersivdana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û bombebaranên wê yên kîmyewî de, 11 gerîla gihaştin asta şehadetê."

Emîne ev tişt got: "Em dayikên şehîdan dev ji zarokên xwe yên gerîla bêyî piştgirî bernadin, em ê bi hemû hêza xwe destekê bidinê. Vebijêrka me berxwedan e."

Emîne di dawiyê de bang li dewlet, rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku li hember êriş û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bê deng nemînin."

′HETA GIHANDINA AZADIYÊ VEBIJÊRKA ME BERXWEDAN E

Li aliyekî din jî, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Fafînê Zekiye Yûsif ev tişt anî ziman: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker Kurdan tune nakin. Ji ber ew berxwedan û hêza xwe ji fikir û felsefeya rêber Ocalan werdigirin. Heta pêkanîna azadiyê vebijêrka me berxwedan e."

′BÊDENGIYA WAN NÎŞANEYA HEVKARIYÊ YE

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Ebdulhenan Mamo jî wiha got: "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayan şermezar dikin. Di heman demê de bêdengiya rêxistinên mirovî û hiqûqî li hember van êrişan şermezar dikin û bêdengiya wan nîşaneya hevkariyê ye."

Mamo wiha dawî li gotina xwe anî: "bila dijmin bizane ku hêvî û berxwedana me bi hêsanî nayên şikandin. Em gelekî berxwedêr in û dê bi hêzên xwe yên gerîla re li dijî hemû siyasetên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker bi vîneke xurt û pola tê bikoşin."

(fr)

ANHA