​​​​​​​Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi biryardarî dewam dike

Tevî sûc û zextên dewletê, Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya di 16’ê Îlonê de bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî re dest pê kirin, li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber berdewam in.

​​​​​​​Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi biryardarî dewam dike
1 ÇILE, 2023   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li Ciwanro çileya 7 xwepêşanderên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest da hat li dar xistin. Hêzên dewletê ku hêj zû de amadekariyên çewisandinê kiribûn, di destpêkê de bi şîdetê hewldan girseya ku ji bo merasîma çileya xwepêşanderên jiyana xwe ji dest dayîn, belav bikin. Di rêjeyek berbiçav de jinan tevlîbûna xwe ji merasîmê re çêkiribûn û dirûşma sereke ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz dikirin.

Di encama gulebarana raste rast a hêzên dewleta Îranê de ciwanek bi navê Burhan Îlyasî ku 22 salî bû jiyana xwe ji dest da û merasîma spartina xakê vegeriya xwepêşandanek mezin. Hêzên dewletê raste raste gule li girseya beşdarî merasîmê bûyîn barand.

Li gorî çavkaniyan, di xwepêşandanên li bajarê Ciwanro de herî kêm 10 kes birîndar bûn ku yek jê zarok bû û qala birîndarbûna 2 jinan jî tê kirin.

Her wiha duh bi şev li bajarê Sine ciwanan bi girtina rê li trafîkê û pêxistina agir, nerazîbûnên xwe yên li beramberî dewletê nîşan da.

Heman demê li bajarê Tehranê jî bi awayekî girseyî welatî kom bûn û dirûşmên li dijî desthilatdariyê berz kirin. Her wiha gelek esnaf dukanên xwe girtin û tevlî çalakiyê bûn. Hêzên dewletê êrişî xwepêşanderan kirin û bi darê zorê xwestin wan belav bikin.

Li bajarên Esfehan û Semîromî xwepêşandan û çalakî berdewam bûn û di xwepêşandanê de dirûşmên li dijî desthilatiyê û rewşa xirab ya jinê hatin berzkirin.

Duh li gelek herêman bi şêweyên cuda cuda yên weke nivîsîna dirûşman, daliqandina pankartan û gelek çalakiyên din nerazîbûna dijî desthilatdariyê berdewam bû.

Duh hejmarek ji xebatkarên parzûngeha petrolê ya li bajarê Abadan a parêzgeha Xuzistanê, li dijî pêkneanîna daxwazên wan yên mûçeyê deriyên kar girtin û li ber parzûnê dest bi grevê kirin.

Hêjayî gotinê ye li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve herî kêm 476 kes hatine qetilkirin û cezayê darvekirinê li 100 kesan hatiye birîn. Her wiha nêzî 19 hezar kes hatine bnçavkirin û girtin.