​​​​​​​Li herêmên hikumeta Şamê aloziya sotemeniyê û gendelî

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de şênî ji ber bilindbûna buhayê sotemeniyê zehmetiyan dikişînin. Di encamê de azarên gel zêde dibin.

​​​​​​​Li herêmên hikumeta Şamê aloziya sotemeniyê û gendelî
1 ÇILE, 2023   01:44
HELEB - XIYAS ŞEMSEDÎN

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de aloziya peydakirina sotemeniyê heye. Di encamê de di sektora veguhastinê de karesateke rasteqîn çêbûye ku bi awayekî mezin bandorê li jiyana welatiyên li wan herêman dike.

Li herêmên hikumeta Şamê buhayê lîtreyek mazotê bi 11 hezar lîreyên Sûriyê ye. Buhayê benzîn jî gihaşt derdora 20 hezar lîreyî ku dîroka herêmê de wisa nebûye. Bi bilindbûna buhayê sotemeniyê re kiriya çûn û hatinê ya erebeyên taybet û giştî bilind bû.

Welatiyên li wan herêman ji tirsa ku ji aliyê hikumeta Şamê ve werin girtin, navên xwe yên rast eşkere nekirin, ji ANHAʹyê re axivîn.

ʹMÛÇE JI SEDÎ 22 JI BO HATIN Û ÇÛYÎNEKÊ TÊ XERCKIRINʹ

Şeyma li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de dimîne û mamostetiyê dike. Şeyma dibêje ew neçar e ji taxa Meydan a lê dimîne heta ber avahiya Hasûb a li taxa Cimêliyê ya Helebê bimeşe ji bo ku mûçeyê xwe yê mehane wergire.

Şeyma ku 4 kîlometreyan dimeşe, diyar dike ku ew nikare bi servîsan biçe û got: "Heqê çûyîna bi teksiyan 40 hezar lîreyên Sûriyê ye. Ev miqdar bi qasî ji sedî 22’yê mûçeyê min e ku 175 hezar lîreyên Sûriyê ye."

Li ser pirsa çima bi mînîbus an otobusan naçe, Şeyma anî ziman ku rawestgehên wan kavil bûne û ji bo xwediyên otobusan mayîna li malê ji xebitînê çêtir e.

ʹGENDELÎ GEL GIHANDIYE SÎNORÊ MIRINÊʹ

Husam xwediyê teksiyekê ye û got ew neçar e heqê rê bilind bike ji ber ku ew ji bo hefteyekê 20 lître benzînê û her lîtreyek bi 49 hezarî digire û anî ziman ku ev miqdar têra nîv rojî nake.

Husam destnîşan kir ku herêmên hikumeta Şamê ber bi hilweşînê ve diçin û wiha domand: "Gendeliyê gel gihand sînorê mirina ji birçîbûnê. Hikumet û bazirgan para me dixwin û li sûkên reş difroşin me. Tu kes cesaretê nake li ser vê yekê jî biaxive.”

Beriya çend rojan hikumeta Şamê buhayê lîtreyeke benzîna oktan 90, kir 4 hezar û 900 lîre û buhayê benzîna oktan 95 kir 5 hezar û 300 lîre. Her wiha buhayê lîtreyeke mazotê kir 3 hezar lîre.

Wekî hincet ji vê bihabûnê re, serokwezîrê hikumeta Şamê Hisên Ernûs got: "Rewşa ku li ser me hatiye ferzkirin em neçar kirin ku buhayan bilind bikin. Tu vebijêrk li pêşiya me tune ne, an buha bilind bikin an jî dê ev made li sûkan biqede, di encamê de wê tevahî xizmetên giştî yên qadên tenduristî, çandinî û pîşesaziyê rawestin."

Husam têkildarî peydabûna pir a madeyên sotemeniyê li sûkên reş û firotina wan bi buhayekî bilind got: "Ji ber bilindbûna buhayan welatî nikarin bikirin an jî bi rûmet bijîn."

Husam ji ber bilindbûna buhayê parçeyên erebeyan ku girêdayî dolar e, giliyên xwe anî ziman.

Xerîb jî xwendekarekî Zanîngeha Helebê ye. Diyar dike ku ew gelek caran ji bo ku biçe zanîngehê saet û nîvekê dimeşe, ji ber ku erebeyên veguhastina giştî tune ne.

Li gelek cihan wêneyên welatiyên Sûriyê yên ku neçar man li erebeyên veguhastina kel û pelan siwar bibin an jî xwe bi banî û deriyên wan ve daliqînin, hatin parvekirin. Ev jî dibe sedema qezayan û jiyana welatiyan dixe xetereyê. Ciwanê bi navê Merwan Faris Cizmatî mînak e ku beriya 2 mehan li taxa Furqan ji banê mînîbasekê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Li ser vê yekê Xerîb diyar kir ku meşa bi saetan dipejirîne û jiyana xwe naxe xetereyê.

TEDBÎRÊN DIJWAR

Hikumeta Şamê ji bo veguhastinê biryarên dijwar derxistin. Ji wan biryaran, divê CPS di amûrên veguhestina giştî de were dayîn. Kesên ku vê amûrê bi kar neynin ji wergirtina sotemeniyê bê par dimînin.

Vê biryarç barê ajokaran girantir kir, ji ber ku buhayê CPSʹê digihêje 350 hezar lîreyên Sûriyê.

Ajokarê bi navê Ehmed diyar kir ku ew gelek caran kar neke, ji ber ku para wî ya rojane ya sotemeniyê ji 15 lîreyan daket 8 lîreyan û got ev miqdar têra 2 an 3 seferan nake.

ANHA