​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-1-2023`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-1-2023`YAN
31 kanûn, 2022   23:00

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ku di encamê de 11 gerîla şehîd bûbûn, şermezar kirin û got "Vebijêrka me berxwedan e."(BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir û got divê CPT erka xwe ya têkildarî rêber Ocalan bi cih bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de şênî ji ber bilindbûna buhayê sotemeniyê zehmetiyan dikişînin. Di encamê de azarên gel zêde dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2022′yan de li dijî şêniyên resen ên li kantona Girê Spî ya dagirkirî mane, sûcên herî hovane kirin û ew neçarî koçeriyê kirin, da ku projeyên xwe yên dagirkirin û domografiyê biguherin.

CÎHAN

Li Derayê nexşeya tevlihevî û kuştinan berfireh bûye û tevahî erdîngariya Derayê girtiye nav xwe. Hikumeta Iraqê li gel bêîstîqrariya nirxê dînar li hember dolar û aloziya debarê, rastî astengiyên mezin tê û metirsiyên gel li hember vê rewşê zêde dibin.

ANHA