​​​​​​​Jinên Helebê banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan kir

Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir û got divê CPT erka xwe ya têkildarî rêber Ocalan bi cih bîne.

​​​​​​​Jinên Helebê banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Ocalan kir
1 ÇILE, 2023   03:40
HELEB - NESRÎN ŞÊXO

Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê xwest tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe û diyar kir ku ew ê têkoşînê bidomînin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan mîsoger bikin.

Welatiya bi navê Fatime Şêxo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker dijminatiya me dike û şerê me dike, bi rêbazên cuda komkujiyan dike û tecrîda li ser Rêbertî ferz dike, ji bo fikir û felsefeya wî ji holê rake."

Fatime Şêxo anî ziman ku ew ê têkoşînê dewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan mîsoger bikin.

Fatime Şêxo bêdengiya rêxistinên mafên mirovan a li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. 

Xedîce Mûrad jî got: "Dewleta Tirk rê nade parêzer û malbatê û wî ji hemû mafên wî yên rewa bê par dihêle."

Xedîce bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku bi rêber Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.

Welatiyê bi navê Ezîme Qasim, tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan red kir û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan ên li hemberî sûcên li ser rêbertî tên kirin, şermezar kir.

Ezîme Qasim got: “Armanca dewleta Tirk bi rêya tecrîdê Rêbertî ji gelê wî qut bike. Lê nizane ku ev armanc wê pêk nayê, ji ber ku fikr û felsefeya wî di mejiyê me de ye û em li ser erdê pêk tînin. Em ê dê mîrateya wî ji neviyên xwe re bihêlin û heta azadiya wî ya fizîkî nebe em teslîm nabin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rayedarên Tirk tecrîda girankirî li ser rêber Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Îmraliyê de girtî ye, dimeşîne û zêdetirî 21 meh in agahî jê nayên girtin.

Li gorî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, di serdana CPTʹê ya Îlona 2022’yan a ji bo Îmraliyê de, rêber Ocalan hevdîtin pêk neanîn.

ANHA