​​​​​​​Kongra Star sala nû pîroz kir

Kongra Star sala nû li gelê Kurd û gelên cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku sala nû bibe sala rizgrkirina hemû herêmên dagirkirî.

​​​​​​​Kongra Star sala nû pîroz kir
31 kanûn, 2022   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star bi boneya sala nû peyamek weşand.

Di destpêka peyamê de berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hemberî DAIŞ û êrişên dewleta Tirk a dagirker hat silavkirin û hat gotin: "Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jin, mêr, zarok, ciwan û hemû pêkhateyên xwe re xeta neteweya demokratîk bipejirîne ku ji bo tevahî cîhanê zemînek danî ku bi aştî û aramî bijî."

Kongra Star hêvî kir ku sala nû bibe sala hezkirin, aştî, rihê berxwedanê û got: "Ji ber ku em li pêşberî êrişên hovane ne, em bi hêvî ne ku sala nû bibe sala diyarkirina çarenûsê û rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî."

ANHA