Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Xelîl Gedro

Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîdê HPG′ê Xelîl Gedro re xwest ku di êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû.

Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Xelîl Gedro
Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Xelîl Gedro
Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Xelîl Gedro
Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Xelîl Gedro
Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Xelîl Gedro
Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Xelîl Gedro
31 kanûn, 2022   13:19
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê yê şehîd Xelîl Gedro (Azad Efrîn) ku di 26′ê Îlona 2022′yan de şehîd bûbû vegirt. Kon li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hate vegirtin. Endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ û YPG′ê beşdarî sersaxiyê bûn.

Di bin konê sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Remzî Bekir axivî û sersaxiya malbata şehîd, rêber Ocalan û berxwedêrên li eniyên şer ên Bakur û Rojilatê Sûriyê xwest.

Bekir wiha domand: "Em li şopa şehîdan in. Ji ber em bi saya şehîdan û felseeya rêber Ocalan gihaştin vê qonaxê."

Bekir wiha pê de çû: "Em ê li gorî felsefeya rêber Ocalan li ser şopa şehîdan bin û dijmin nikare me bitirsîne û em ê her tim bi şehîdên xwe serbilind bin. Rêça şehîdan rêça azadî, demokrasî û wekheviyê ye."

Her wiha li ser navê YPJ û YPG′ê Hemze Heleb axivî û wiha got: "Heta di roja dawî ya îsla de, em lehengekî ji lehengên xwe radigihînin. Îsal zehmet bû û di heman demê de saleke berxwedanê bû û me gelek şehîd dan."

Hemze Heleb îşaret bi êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla kir û berxwedana wan li dijî çekên kîmyewî, giran û balafirên şer pîroz kir û wiha domand: "Hêzên me li çiyayên azad hîna bi hêz, li ser fikrê rêber Ocalan û felsefeya wî, tê dikoşin. Em dizanin ku dijmin bi hemû rêbazan hewl dide me qir bike û tecrîdeke giran li dijî rêber Ocalan ferz kiriye."

Hemze Heleb da zanîn ku bila dijmin baş bizane ew nikare gelê Kurd qir bike, ji ber fikir û felsefeya rêber Ocalan Rojhilata Navîn derbas kir. şoreşên gelan li her devera Rojhilata Navîn û Ewropayê jî dest pê kirin û bi gel bi diruşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bang dike.

′BI AZADIYA JINA TÊKOŞER EM Ê JIYANEKE AZAD Û DEMOKRAT BIJÎN′

Endama Koordînasyona Kongra Star Roşîn Mûsa wiha got: "Di vê qonaxê de, qonaxa berxwedan û têkoşîna ji azadiya ku di nava hemû mirovan de bi rûyê 11 şehîdan belav bûye, em ê her tim li ser şopa wan bin û şopa berxwedanê bin."

Roşîn wiha dawî li gotina xwe anî: "Dema şehadet tê bîran me, em hemû şehîdan bi bîr tînin. Li çiyayên azad berxwedaneke mezin heye. Ew berxwedan li hember îxanet û qirkirina komî tê meşandin. Em jin dê li ser şopa şehîdan bin. Divê gelê me li tevahî cîhanê amade bin, ji ber bi azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, azadiya cîhanê û azadiya jina têkoşer em ê jiyaneke azad û demokrat bijîn."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin.

(fr)

ANHA