Hêzên dewleta Îranê ciwanekî Kurd qetil kir

Li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê Kurdekê di êrişa hêzên dewleta Îranê de jiyana xwe ji dest da.

Hêzên dewleta Îranê ciwanekî Kurd qetil kir
31 kanûn, 2022   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Biryar bû ku îro li Goristana Hacî Îbrahîm a li bajarê Ciwanro merasîma çileya 7 kesên di xwepêşandanan de hatin qetilkirin pêk were, lê hêzên dewleta Îranê êrişî welatiyan kir.

Hate ragihandin di êrişê welatiyê Kurd ê bi navê Burhan Îlyasî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî dîmenên ku li ser toerên civakî tên parvekirin, niha li bajarê Ciwanro xwepêşandan heye û hêzên dewletê bi guleyan êrişî û gaza şit xwepêşanderan dikin.

Li gorî rapora dawî ya Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê heta niha di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 476 kes hatine qetilkirin ku piraniya wan Kurd û Belûçî ne.