Ciwanên Kobanê sûcên dagirkeran li herêmên dagirkirî şermezar kirin

Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê bi dirûşma "Destdirêjiya li ser nirxên me sedema tolhildanê ye" xwepêşandanek li dar xist. Ciwanan sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî û destdirêjiya li goristanên şehîdan şermezar kirin.

Ciwanên Kobanê sûcên dagirkeran li herêmên dagirkirî şermezar kirin
31 kanûn, 2022   11:35
KOBANÊ

Xwepêşandanê ji deriyê başûr ê têketina bajarê Kobanê dest pê kir. Tê de alên Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hildan û dirûşmên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin.

Li Goristana Şehîd Dîcle, xwepêşandan veguherî mîtîngê. Endamê rêveber ê Ciwanên Meclisa Malbata Şehîdan a herêma Firatê Hecî Kolagasî sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û wekî sûcên derveyî mirovahiyê yên dikevin asta sûcên şer bi nav kirin.

Kolagasî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî hovane destdirêjiyê li goristanên şehîdan dikin û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember wan kiryaran şermezar kir û got: “Heta niha tu rêxistineke hiqûqî tiştek nekiriye.”

Kolagasî bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên bikaranîna çekên kîmyewî li djiî gerîla û wiha got: "Heta em rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad nekin em nasekinin û em ê heta serkeftinê bi gerîla re bin."

Xwepêşandan bi dirûşmên "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

(fr)

ANHA