​​​​​​​Hêviyên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo 2023’yan

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin ku sala nû dê bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û rizgarkirina hemû deverên dagirkirî û vegera koçberan li warê xwe.

​​​​​​​Hêviyên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo 2023’yan
31 kanûn, 2022   06:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala nû ya 2023’yan bi hêviyên pêkhatina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, rizgarkirina deverên dagirkirî dewleta Tirk a dagirker û vegera koçberan li warê xwe, pêşwazî kirin.

AMÛDÊ

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Amûdê Zekiye Derwîş got: “Hêviya me bi sala nû bilind e, ku bi rêya bilindkirina asta têkoşînê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bê. Em hêvîdar in ev sal bibe sala ewlehî û aramiyê ji tevahiya herêmê re.”

MINBIC

Welatiya bi navê Ruweyde Silêman a ji pêkhateya Çerkez a Minbicê sala nû li hemû pêkhateyên herêmê pîroz kir û hêvî kir ku sala nû bibe sala aştî û hezkirinê li tevahiyan re.

Ruweyde Silêman wiha domand: “Herêmên me bi xwîna keç û xortên me hatin rizgarkirin û em rê nadin tu kesî ku wan dagir bike, xwîna şehîdên me pîroz e.”

Ruweyde di dawiya axaftina xwe de got: “Di sala borî de gelek destkeftî hatin bidestxistin, di sala nû de jî em hêvîdar in dagirkeriya li ser xaka me bi dawî bibe.”

TEBQA

Welatiyê bi navê Cemîl El Elî yê ji Tebqayê jî wiha axivî: “Em hêvîdar in ku sala nû bibe sala serkeftin û hevgirtina hemû pêkhateyan û têkbirina siyasetên dijber ên qirkirina gelên azadîxwaz.”

Welatiyê bi navê Mihemed El Mustefa jî got: “Ez hêvî dikim ku aştî û aramî li seranserî xaka Sûriyê pêk bê û bibe saleke serkeftî ji Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk re li hemberî teror û dagirkeran.”

Koçberê ji bajarê Îdlibê Cuma El Etreş jî girîngiya hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir û  hêvî kir ku ewlehî û aramî pêk were.

Zarokê bi navê Hemze El Mihemed jî hêvî kir ku zarokên koçber bi aramî vegerin warê xwe û ken her li ser rûyên wan bimîne.

 (mh)

ANHA