ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-12-2022ʹYAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-12-2022ʹYAN
30 kanûn, 2022   23:00

-Di 2022′yan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêliyên dijwar derbas bûn. Ji aliyekî ve êrişan dewam kir û ji aliyekî din ve jî berxwedan dewam dike. Li kêleka wê jî jiyan di hemû waran de didome. Ev wêne ji hemû aliyên jiyanê yên îsal in. (BI WÊNE).

- Endamên malbata gerîlaya YJA Star Canda Îsmaîl (Adar Çiya) ku di encama êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk de bi 10 hevrêyen xwe re şehîd bû, destnîşan kirin ku ew ê şopdarên fikir û têkoşîna zaroka xwe bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakvana ji Fransayê Mireille Court bang li hikumeta welatê xwe kir ku  belgeyên têkildarî komkujiya yekemîn a Parîsê eşkere bike da ku mîna van komkujiyan dûbare nebin û got: "Ev belge îsbat dikin ku destê dewleta Tirk di wê komkujiyê de heye." (BI WÊNE).

- Gerînendeyê Bendava Rojava (Tişrîn) têkildar berdewama qutkirina ava Firatê li ser Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve  got: "Diviyabû ku ev dem ji bo dagirtina golan bûya, lê ji ber berdewama qutkirina para Sûriyê ya avê êdî gol vala dibin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakvana ji Fransayê Mireille Court bang li hikumeta welatê xwe kir ku  belgeyên têkildarî komkujiya yekemîn a Parîsê eşkere bike da ku mîna van komkujiyan dûbare nebin û got: "Ev belge îsbat dikin ku destê dewleta Tirk di wê komkujiyê de heye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin ku sala nû dê bibe sala azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û rizgarkirina hemû deverên dagirkirî û vegera koçberan li warê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li herêmên hikumeta Şamê, qada aborî di rewşeke herî aloz re derbas dibe. Bilindbûna nirxê sotemeniyê bandor li hemû qadên jiyanê kir. Lêkolînerekî aboriya siyasî diyar kir ku li gel zihniyeta aborî ya heyî ev alozî derbas nabe û got: "Çareseriya rasteqîn girêdayî bidawîkirina sedemên aloziya Sûriyê ye." (BI WÊNE).

JIN

- Hêviyên jinên koçber ên li Kampa Waşûkanî bi hatina sala nû re neguherîn. Hêviya vegera li xaka xwe piştî dewleta Tirk a dagirker bi darê zorê koçber kirin, kêliyekê jî ji dilê wan derneket. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Di sala 2022ʹyan de gelek bûyer li Lubnanê rû dan. Di serî de hilbijartinên parlamentoyê li dar ketin ku bi avakirina parlamentoyeke binkeftî de encam da. Parlamento 10 caran di hilbijartina serokkomarek ji bo welat de bi bin ket. Di encamê de heta niha cihê serokkomar vala ye. (BI WÊNE).

ANHA