Ferhad Şamî: Plana êrişê ya DAIŞ`ê hat têkbirin

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Fehad Şamî da zanîn ku bi Oeprasyona “Birûska Cizîrê” hewldanên DAIŞ`ê yên pêkanîna êrişan li bajarên Qamişlo û Hesekê di sersalê de vala hatin derxistin û heta niha gelek serkêşên liv û tevgera çeteyên li herêmê hatine girtin.

Ferhad Şamî: Plana êrişê ya DAIŞ`ê hat têkbirin
31 kanûn, 2022   06:32
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Operasyona Birûska Cizîrê di roja xwe ya 3`yemîn de bi tevlîbûna şervanên QSD, YPJ`ê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn didome.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî der barê armanca operasyonê û planlameya şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê, ji ajansa me re axivî.

PLANA DAIŞ`Ê Û ARAMANCA OPERASYONÊ

Ferhad Şamî diyar kir ku pêwîst bû têkoşîna dijî DAIŞ`ê bi şêwazên nû bê kirin, ji lew re Operasyona“Birûska Cizîrê” şêwazê nû yê çalakiyan ê sala nû ye û got: “Ji ber ku DAIŞ`ê jî bi taybet li herêmên Sûriye, Iraq û heta seranserî cîhanê şêwazên xwe guhertin. DAIŞ êdî bi hucreyên tekane hewl dide hebûna xwe teqez bike û xeteriya xwe hem li ser herêmê hem jî li ser cîhanê berdewam bike.”

Têkildarî armancên operasyonê jî, Şamî bal kişand ku armanca sereke bidawîkirina xeteriya DAIŞ`ê li ser gelên herêmê ye û wiha berdewam kir: “DAIŞ`ê li van herêman gelek gef li gel dikirin, dixwest vir bike barergeh û nuqteyek sabît mîna Reqayê. Peytexta DAIŞ`ê ya herêma Cizîrê Til Hemîs û Til Berak bû. Ji lew ra operasyon li vir hate destpêkirin. Ev operasyon li ser du bingeha hate destpêkirin. Yek; gef li gel hate kirin ku ciwanan bi darê zorê tevlî wan bikin, DAIŞ`ê karî xwe li vir veşerê. Duyemîn; DAIŞ`ê hewldana êrişên nû dikirin. Bi taybetî jî hewl dida di van rojên dawiya salê de êrişî Qamişlo û Hesekê bike.”

JI DAIŞ`Ê RE SURPRÎZA BIRÛSKÊ

Ferhad Şamî, diyar kir ku ev operasyon ji DAIŞ`ê re surprîz bû û wekî birûskekê li wan ket û wiha axivî: “DAIŞ hem li Sûriyeyê bi taybet jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hem jî li Iraqê û cîhanê soz daye serçeteyên xwe ku vê sersalê li herêmê û cîhanê bikin sersala bi xwîn. Ji bo em rê li pêşiya vê yekê bigrin operasyoneke pêşwext hat lidarxistin û ji DAIŞ`ê re mîna surprîzê bû. DAIŞ`ê texmîn nedikir ku operasyoneke bi vî rengî bi awayekî lezgîn û pêşwext bê destpêkirin û çeteyên wan li ser sûc bên girtin. Beriya çend rojan çeteyan amadekarî dikir û di dema amadekariya wan de ev operasyon pêk hat. Ji bo wê jî navê operasyonê bû Birûska Cizîrê.”

'BANGA EŞÎRÊN HERÊMÊ JI BO OPERASYONÊ HEBÛ'

Şamî li ser encamên operasyona ku heta niha berdewam dike, ev agahî parve kirin: “Heta niha encamên baş hatine bidestxistin. Êrişên muhtemel ku DAIŞ`ê li herêmê amadekariya wan dikir, hatin têkbirin. Gelek serkêşên liv û tevgera DAIŞ`ê yên li herêma Cizîrê bûn, hatin girtin. Hijmarek mezin çek û cebilxane hate desteserkirin. Derbeya manewî li DAIŞ`ê hat xistin. Bi taybet di êrişa li ser Reqayê de DAIŞ`ê hinek hêvî û bawerî girtibû ku heman şêwazî wê li her cihî pêk bîne. Lê bi vê operasyonê re derb li wan hat xistin. Banga êşîrên li Til Hemîs û Til Berak ji bo operasyonê hebû.”

'TÊKOŞÎNA DIJÎ DAIS`Ê WÊ DI 2023`YAN DE JÎ DEWAM BIKE'

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferahd Şamî bal kişand ser rêbazê têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û got: “Têkoşîna dijî DAIŞ`ê hem li Sûriye, hem jî li cîhanê têkoşîneke demdirêj e. Di milên leşkerî û îdeolojî de têkoşînek heye. Em dixwazin DAIŞ`ê di milê leşkerî de bişkînin, nehêlin ku carek din zindî bibe. Ev têkoşîn wê di sala 2023`yan de di asteke jor de berdewam bike. Lê di milên siyasî, aborî, çandî de divê têkoşîneke giştî û xebatek bê meşandin. Bêguman, li ser vê armancê têkiliyên me jî bi gelek hêzan re hene.”

Şamî da zanîn ku DAIŞ`ê di demên dawî de ji êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker sûd wergirt û gelek êriş pêk anîn û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bingehek ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji DAIŞ`ê re hate amadekirin ku DAIŞ carek din zindî bibe. Ji bo ku çalakiyên me bi serkevin û DAIŞ bi temamî bê têkbirin, divê em dagirkeriya dewleta Tirk û gefên wê ji holê rakin. Divê em bêhnê li DAIŞ`ê biçikînin.”

(cx)

ANHA