ʹRêjeya ava Firatê di saniyekê de dibe 160 metrekabʹ

Gerînendeyê Bendava Rojava (Tişrîn) têkildar berdewama qutkirina ava Firatê li ser Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve  got: "Diviyabû ku ev dem ji bo dagirtina golan bûya, lê ji ber berdewama qutkirina para Sûriyê ya avê êdî gol vala dibin."

ʹRêjeya ava Firatê di saniyekê de dibe 160 metrekabʹ
31 kanûn, 2022   00:41
KOBANÊ

Gerînendeyê Bendava Rojava (Tişrîn) endizyar Hemûd El Hemadîn ji ajansa me re diyar kir ku ji nêzî 11 mehan ve rêjeya ava Firatê hîn zêde nebûye ku hin caran dadikeve 160 metrekab di her saniyekê de.

Hemûd El Hemadîn got: "Em di dawiya meha Kanûnê de ne. Diviyabû ku zêdetirî mehekê li ser qonaxa dagirtina golan re derbas bibûya da ku di havînê de were bikaranîn. Mewsimê avdanê dest pê kiriye û di rewşên hewayî yê zehmet de pêwîstî bi kehrebeyê heye û rewşa Firatê jî berçav e.ʹʹ

El Hemadîn destnîşan kir ku ji ber kêmbûna rêjeya avê,  neçar mane ku zêdetirî 18 saetan bendavê disekinîn û got: "Ji 6 tûrbînan tenê 2 tûrbîn dixebitin. Di havînê de me miqdara ava golan jî xerç kir. Bi rêya şopandina rojane ya ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Bendavan re me havîn derbas kir. Bernameyên avdan û enerjiyê jî di astên herî nizm de bi rê ve çûn da ku av têrê bike.  Me hemû pêdivî bi cih neanîn, lê me pêdiviyên sereke yên xelkên li rex çem û derdora wê peyda kirin. Tevî rewşa baş a hewayê ya herêmên bakur û barîna berf û baranê, dîsa jî dewleta Tirk a dagirker rêjeya ava Firatê ji bo nîvî û hincaran kêmtirî nîvî kêm kiriye. Ev yek ji bo dema niha û pêşerojê de dibe pirsgirêk. Li şûna ku depokirin û hilbirandina enerjiyê di asteke jor de be, lê em tiştekî nabînin. Dibe ku baran têra çend rojan an hefteyekê bike, lê her tim pêwîstiya me bi avê heye. Pêwîstiyn pompeyên ava vexwarin û avdanê bi kehrebeyê heye, ji bo kehrebe hebe jî divê av hebe. Lê rêjaya avê baş nebûye, berovajî wê em dibînin ku kêmtir dibe."

Gerînendeyê Bendava Rojava (Tişrîn) da zanîn qonaxa depokirina avê ku di zivistanî de ye veguheriye qonaxa bikaranînê û got, ev yek ji bo niha û pêşerojê gelekî metirsîdar e.

El Hemadîn di dewama axaftina xwe de got: "Rewş wiha ye. Em ê çawa pêşwaziya havînî bikin. Wê xelkên ji parêzgeha Heleb heta Dêrazorê hewcedarî ava vexwarin, mewsîmekî çandiniyê yê baş bin da ku qûta wan dabîn bike. Eger rewş di havînî de wiha dewam bike bi teqez em ê li pêşberî karesatên mirovî, jîngehî û çandinî rû bi rû bimînin ku dê bandorê li hemû qadên jiyanê bikin. Pêşîn karesat girêdayî saktora enerjiyê ye. Em dibînin ku li her herêmekê saetek an du saet kehrebe tê dayîn. Duyemîn; mewsimê çandiniyê di bin gefê de ye. Sêyem; ava vexwarinê û kalîteya wê ye. Çarem; demsala havînî ye ku pêwîstiya bi navê zêdetir dibe. Di zivistanî de heta em karibin em hewl didin avê ji bo havînî bihêlin, lê niha em ava di golan de bi kar tînin, di dîroka bendavan de tiştek wiha çênebûye."

El Hemadîn îşaret bi çawaniya parastina avê û asta bikaranîna wê kir û got: ʹʹNivîsgeha Jîngeh û Rêveberiya Giştî ya Bendavan sîstema xebitandinê ya 24 saetan bi kar tîne. Car caran her saetekê  bernameya xebitandinê tê guhertina da ku asta ava çem û golan were biparêzin. Em 2 tûrbînan bi hêza 80 mêgawat ji saet 17:00ʹan heta 22:00ʹan didin karkirin ku tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûdê jê digirin. Eger 6 tûrbîn kar bikin bendava Tişrînê 630 mêgawat berhem dide, lê belê berhemdayîna niha kêmtirî sêyekekê ye, tûrbîn amade ne lê belê av kêm e.”

Hemûd El Hemadîn diyar kir ku divê hikumetên Iraq û rejîma Şamê zextê bikin da ku para xwe ya ava çemê Firatê mîsoger bikin.

Gerînendeyê Bendava Rojava (Tişrîn) Hemûd El Hemadîn di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî û yên sivîl û her kesên berpirs kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku rêjeya ava Firatê wek berê bike û herêmê ji kareseteke jîngehî biparêzin.

(mh)

ANHA