​​​​​​​'DAIŞ′ê ji mijûlbûna me ya li dijî êrişan derfet dît'

Endamê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serbaz Elî Hesen da zanîn ku hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaneyên çeteyên DAIŞ′ê êrişên xwe zêde kirine.

​​​​​​​'DAIŞ′ê ji mijûlbûna me ya li dijî êrişan derfet dît'
30 kanûn, 2022   23:46
REQA - ENES MIHEMED

Li gel dewama topbaran û bombebarankirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û mijûlbûna QSD′ê ya li dijî van êrişan, şaneyên çeteyên DAIŞ′ê ji vê yekê derfetê dibînin da ku ewlehî û îstîqrara li herêmê tevlihev bikin.

Şaneyeke çeteyên DAIŞ′ê di 26.12.2022′yan de êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa El Diriyê ya li rojavayê bakurê Reqayê kir.

Di 29′ê heman mehê de şaneyeke çeteyên DAIŞ′ê dewriyeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li rojhilatê Reqayê kir hedef, di encamê de endamek şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.

Endamê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serbaz Elî Hesen bal kişand ser bikaranîna DAIŞ′ê ji mijûlbûna hêzan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û wiha got: "Şaneyên çeteyên DAIŞ′ê mijûlbûna hêzên me li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker bi kar anîn û êrişî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li rojavayê Reqayê kir da ku valahiyeke ewlehî li nêzî girtîgeheke tê de çekdarên DAIŞ′ê çêke.”

Hesen wiha domand: "Şaneyên DAIŞ′ê mijûlbûna me li dijî êrişên dewleta Tirk bi kar anîn, lê şervanan bersiva wan da û ew plana ji bo tevliheviyek li Reqayê çêbe, têk bir."

Hesen ev tişt got: "Ev hemû bi gefên dewleta Tirk li dijî herêmên me ve girêdayî ne û diyar e piştgirên DAIŞ′ê ji wan re erê kir ku li Reqayê tev bigerin, tevliheviyekê çêkin. Ji ber ku piştî têkbirina DAIŞ′ê û rizgarkirina bajar ewlehiyek li bajêr mîsoger bû."

Serbaz Elî Hesen wiha dawî li gotina xwe anî: "Me qedexeyeke giştî li Reqayê ji bo lêgerîna li şaneyên çeteyên DAIŞ′ê pêk anî. Êdî rewş di bin kontrolê de ye û baş e. Em spasiya şêniyên Reqayê li ser alîkariya hêzên me têkildarî ferzkirina ewlehiyê li ser herêmê, dikin. Em heta bidawîbûna operasyona lêgerînê li ser soza xwe ne."

(fr)

ANHA