​​​​​​​Jinên koçber: Hêviya me tenê veger e

Hêviyên jinên koçber ên li Kampa Waşûkanî bi hatina sala nû re neguherîn. Hêviya vegera li xaka xwe piştî dewleta Tirk a dagirker bi darê zorê koçber kirin, kêliyekê jî ji dilê wan derneket.

​​​​​​​Jinên koçber: Hêviya me tenê veger e
31 kanûn, 2022   04:34
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Rê û resmên pîrozkirina sersalê ji herêmekê heta herêmekê cuda ne û bi hêviyên gelên wê re cihêreng dibin. Herêma ku tê de ewlehî heye, hêviya mayîndebûna wê dike, lê herêma ku tê de şer û nakokî hene, gelê wê hêviya aştî û bidawîbûna şer dike.

Fatme bi şûştina firaqên xwe di nava taseke mezin de li pêş deriyê konê xwe yê biçûk ê li Kampa Waşûkanî ye, diweste. Kamp bi 12 kîlometreyan li rojavayê Hesekê ye.

Fatme Mihemed (29) tevî ferdên malbata xwe ku ji gundê Menacîr ê Serêkaniyê ji nêzî 4 salan ve koçber bûne, li Kampa Waşûkanî bi cih bûye.

Fatme mîna bi hezaran koçberan, ji ber tunebûna desteka rêxistinên navneteweyî û derketinên hêsan ên Rêveberiya Xweser ên ji ber dorpêçê, azaran dikişîne. Fatmeyê got: "Ez bi hêvî me aştî li tevahî cîhanê pêk bê û piştî derketina dewleta Tirk a dagirker li mala xwe vegerim."

Çend metreyan dûrî Fatmeyê, koçbera bi navê Riye El Berho (29) ji cîrana xwe re ya li konê kêlekê li ser rojên beriya dagirkirinê li Serêkaniyê derbas kirin, diaxive. Riye hûrgiliyên pîrozkirina sersalê bi 11 ferdên malbata xwe re li gundê Medbe yê Serêkaniyê vegotin.

Riye ev tişt anî ziman: "Piştî dagirkirin û koçberkirinê, em êdî vê rojê pîroz nakin. Ji ber rewşa di kampan de zehmet e. Tenê hêviya me, piştî derketina dagirkeriyê, vegera li malên xwe ye."

Koçbera bi navê Îman Beqare (34) ku galonên avê yên li kêlek konê xwe tijî dike, wiha got: "Tu wateya pîrozkirinê piştî koçberiyê tune ye."

Îman dayika 7 zarokan e û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker jiyana me serobin kir. Beriya 4 salan me tevî malbat, xizm û hezkiriyên xwe pêşwaziya sala nû dikir. Lê niha em tenê bi zarokên xwe di vê sermaya zivistanê de difikirin û baran dikeve konên me.”

Îmanê di dawiyê de hêvî kir ku tevî malbata xwe li mala xwe ya li Serêkaniyê vegere, bi malbat û hezkiriyên xwe re mîna berê bi aştî û ewle bijî.

(fr)

ANHA